January 2016

Xizan Şîlan
na na
min hê nedîtî ye
karxezala xwe ya revok
rindika fîstanqeytanî
esmera çavbelek
kezîzera çavşîn

gulsosina bêhnxweş
dilbera fodil
delala gerdenzêr
yara nazik û lihevhatî
ya ku ez derbider kirim
dil û gurçik û kezeb
li min şewitandî
bedena jar xurdexaşkirî
li bêçaretiya felekê
serî li min tewandî
û stûxwarkirî
ya zelaliya ava kaniyê
li min herimandî
şewqa çira hêviyên geş
vemirandî
ya di gewriyê min de
gotin kirî gulok
na
min hê nedîtî ye
ya…

Konê Reş

Dayê! Êdî bes gazinan ji nedîtina min bike?! Mirovan, serboriyên jiyanê û pirtûkan ez bi formeke din guhertime.
Êdî ez nema ew Selmanê berê me. Ewê ku te jêre digot: Qurmiçiyo! Ev deh car ez ji te re dibêjim; wan berxan derxîne ser bênderan.. Wan mirîşkan ji devê derî biqewirîne.. Here nav rez çend…

Vejîna Kurd

Hilma tenêtiyê..
û vedenga axîneke kûûûr kûr
bedena Çiyayê Lêlûn
dilerizînin…

Tajanên vê sibehê
hemû rûbarên xemên çemê Efrînê
gurgîn dikin…
û çateriyên hêsankirinê
di bin mij û dûman
û tariyê de
binax dikin.

Tîpên dilteng
li ser lênûsa dîwarekî nîvhilweşî
dimeyin
êş li ser êşan pal didin
û tenê tûtî û tawis
di perestgeha xewnan de
radigerin.

Li…

Salar Salih

Hat xuyakirin ku kongirê rikberiya sûrî yê ku li Riyadê paytexta Sûdiya Arabî di 8 ê meha borî de hat girêdan, armanca serekî jê ew bû: civandina rikberiya Sûrî di bin yek sîwanê de, û herweha danîna nerînek siyasî yekbûyî ji rikberiya sûrî re, berî ku danûstandin di navbera rikberiyê û Rêjîmê de dest…

Vejîna Kurd

Piştî qeyrana Sûriyê dest pê kir, hemû miletê Sûrî -Kurd jî di nav de- di rewşên pir dijwar re derbas bûn, lê ev rewşa kurda ya kambax bû hîmê bingehîn a şoreşa vejîna gelê Kurd..
Li Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî dest bi weşandinê kirin, û li gel hin…

Paşa Amedî

Min ne dixwest ku di vê quncika xwe de; vê çîroka jiyayî biweşînim lê ji ber ku min vê girîng dît ez vê diweşînîm.

Jinebiyek bi neçarî û feqîrtiya xwe bi karên gundiyan debara xwe dike, zarokên xwe mezin dike. Ku zarokên wê gihîştin, ku karen bajarî ji wan tê, pîrê zarokên xwe civand û…

Konê Reş

Bi damezirandina Al-Partî (P.D.K.S) re, di nav Kurdên Sûriyê de, şiyarbûn û zanînê serê xwe rakirin. Kurdan doza mafên xwe yê netewî û rewşenbîrî kirin.. Lê ew daxwaz û armancên ku Kurdan dixwestin li gor hawê hikûmetên Erebî li Sûriyê nedihatin, vêca dest bi şerê Kurdan kirin, nemaze ew kesên ku Al-Partî damezirandinbûn û…

Vejîna Kurd

Bihna te ya qirêj..
û cilên te
yên bi xem û kovanan
perspankirî
hîn li bîra min tên..
de here…
zû here…

Erêêêêê…
zanim.. tu hestiyên temenê min
dihêrî..
û gulên meraqên min
diçelmisînî..
lê divê tu bi lez herî.

Ey hişyarvanê derdan!!
Ezê te
li goristana bîranînan
binax bikim..
ezê kêlikekê
li ber serê…

Resûl Hamzatov
werger ji Rûsî: Besam Merê

Wusa ye,
Carinan ew efserin di eniyên şer de şehîd dikevin
Jêrgil nabin ticaran!?
Lê bûne Qulingên sipî!..
Ew ji mêj de difirin û bi alî me de diqîrin.

Gelo
Ne ji ber wusa be ku
Bi xemgînî
Bi bêdengî
Em li asmanan dinerin?
Îro û berî ro biçe ava
Ez dibînim ku çawa di mij û moranê de
Ref bi…

Vê sibehê bi dilekî xemgîn min nûçeya koçkirina Xoşnavê Hersan li Almaniya bihîst. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şad bike.. Serê malbata Hersan li welat û sirgunê sax be, serê gelê kurd sax be.
Konê Reş,

Qamişlo, 01.01.2016