HESTÊN JAR

Xizan Şîlan

na na
min hê nedîtî ye
karxezala xwe ya revok 
rindika fîstanqeytanî
esmera çavbelek
kezîzera çavşîn

gulsosina bêhnxweş
dilbera fodil
delala gerdenzêr
yara nazik û lihevhatî
ya ku ez derbider kirim
dil û gurçik û kezeb
li min şewitandî
bedena jar xurdexaşkirî
li bêçaretiya felekê
serî li min tewandî
û stûxwarkirî
ya zelaliya ava kaniyê
li min herimandî
şewqa çira hêviyên geş
vemirandî
ya di gewriyê min de
gotin kirî gulok
na
min hê nedîtî ye
ya ez çengî nav ba û bagera
malwêran kirî
bîranînên keskeşîn
li sir û seqema heyaman
cemidandî
ya serê min kirî
belaya demên rezîl û riswa
ya li nav qelebalixa bajarê xerîb
ez bi tena serê xwe hîştim
li qêrîna salên têkçûyî
henas li min fetisandî
ya bi tîra bijangên xwe yên tûj
ez kuştim
na
min hê nedîtî ye
ya ku ez li pey bedewiya wê
bûme derwêşê gerok
bûme şeyda û mecnûnê
çol û beyaran
ya li nav kelem û striyan
ez şerpeze kirim
li rêwitiya rêyên bêveger
çok li min qerimandî
û ling li min şemitandî
ya tizbiya sebirê bi min dayî
kişandin
di agirê hezkirina xwe de
helandî
ya pişta min dayî tenîşta
dîwarê hesretê
kirasê perîşaniyê
li bejna temenê min kirî
ya ku ez qet ji bêrîkirina wê
têr nebûm
na
min hê nedîtî ye
ya li ber pencera bendemanê
qalpaxa çavên min
qerimandî
pelên dara hewşa dil
weşandî
şev û rojên şad
ji min xeyidandî
ken û girî qedexekirî
ya di bin baranên payîzê de
ez şilopilo kirim
movikên stûyê qedera min
şikandî
na
min hê nedîtî ye
ya ku di parsûyên sînga min de
bîra kul û kederê
nalîn û keserê
û êşa birîna xedar vedayî
bi eşqa xwe ya nepenî
ez dîn û har kirim
ya çîçekên gulîstana rengîn
çilmisandî
ya li ber deriyê meyxaneyan
sermest û sergêj kirim
arzûyên dilê saf
bi xencera koh çînî çînî hûrkirî
ya konê kelecana tirsê
di hinavên min de
vegirtî
nexweşiya tayê sewdayê
li giyanê min
peydakirî
ya ku ez xistim
zîndana tenêtiya bêdeng
ya rondikên xwînê ji çavên min
herikandî
na
min hê nedîtî ye
awirên wê yên melûl
rûkeniya şên û şeng
guliyên bi morî û mircanan
neqişandî
bejna wek dara çinarê
lezeta lêvên cirifandî
her tim
di xeyal û xewnên min de ye
ez ê
hetanî mirina bêwext  
li şopa siya îlhama maçên wê
bigerim
axxx ax
çi jiyaneke bi jan û vikûvala ye
çi dinyayeke xemkêş û bêwefa ye
Xizan Şîlan
2015-11-27
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…