August 2015


Heyder Omer

Me berê gotibû: Gelek hewildanên, ku xwediyên wan li ser Feqî yê Tîran û helbesta wî tişet nivisandibûn, negîhabûn hewesa lêkolînên wêjeyî û rexneyî, ew hewesa, ku hin lêgervanan helwl dabûn, bigihên wê. Abdulreqîb Yûsuf yekek ji wan e, weha die, ku „helbesta Teyran gelek rewan, xweş hêsan in, yanî di sewiya zimanê rojane…

Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Kirîzeya rêvebiriya Kurdistanê: Eger milet ne yekbûyî be, ne hêzdar e jî, milet yekîtiya xwe bi hebûna yekîtiya rêvebiriya niştimanî pêk tîne. Gelê ku nerîn û armanc û helwestên wî par par in, nikane hêzdar bibe, û dê nikanibe berevaniya hebûn û welatê we bike. Rêvebiriya niştimanî and û hişyariya niştimanî…

Merwan Berekat

Nakokiya zimanan û nemaze yên ku di navbera zimanên hevsînor de dest pê dibe ne rûdaweke nû ye, ew gelek kevnar e û beşek ji jiyana zimên e. Wekî çawa di navbera hemû zindiyan de, ji bo mayînê nakokî çê dibe û ew tiştekî normal e, her weha eger di navbera zimanan de jî…

Mihemed Zekî Mihemed

Demoqratî wegerandin e ji gotina Yonanî “Dîmokratîk” e, wateya wê jî (Desthilatdariya gel) e, şêweyeke ji şêweyên desthilata dewletê ye, lêbelê bi wateya xwe ya giştî, şêweyek di jiyanê de ye, ku her kes di wekheviya derfetan de xwedî par e, di jiyana civakî de jî beşdar e.
Bi wateyke din, em dikarin bibêjin…

Konê Reş

Ezbenî! Gelo em bûne dewlet ta ku hin ji kurdên me bi tundî şerê serokatiya serok Barzanî ji herêma Kurdistanê re dikin?! Eger Kurdistan dewlet be û ew dewlet demokratîk be – wek Swêsra, Swêd û Fransa – wek ku ew kes doz dikin, pêwîste hilbijarina serokê wê dewletê ji cemawerê kolanên wê dewletê…

Ronî ELÎ

Min welatekî bê sînor
Bê xewnên ku derlingan şildikin
Li ser rûpela dêmên Yarekê
Bi xameke
Ku ji girêza tîqtîqa mendalekî bê landik
Ji berî zayînê

Hino hino
Wênekêş dikir
Min nedixwest
Ji hinavên Talîzokekê
Bihna jiyanê
Bi ser sînga Dayîkeke bê hinav de
Berdim û bikşînim
Ne jî
Di koziya karwanê têkçûnê de
Li awaza keçeke bê bext
Bi dîloka “dilo hûwe”
Bibim guhdar
Da li…

Komela MAAK we vedixwîne ji bo semînareke helbestî ji bo helbestvanê Kurd Ezîz Xemcivîn.Roja Yekşemê.
Dem 14:00
Li navenda komela MAAK
Landwehrstr. 83
28217, Bremen

Merwan Berekat

Bêguman rola zimên di avakirina hemû warên şaristaniyê de roleke girîng e, û pêşketina şaristaniya miletekî ew jî roleke bingehîn di jiyana zimanê wî de dilîze, wê lomê jî di navbera pêşketina şaristaniya miletekî û pêşketina zimanê wî de pêwendiyeke hertimî heye.
Dema pêşketin dikeve jiyana wêje, raman, felsefe, koltor, warên perwerdekirinê û hemû karûbarên…

Nizar Yosif
Ev e deşta baran jê zivêr bûyî
Ruh lewaz
Zeviyên wê tî
Rûspî yên
Avên wan ne di cuhekê de
Di koşeyên xaniyên bê dilop de
Bînahiyên mest û melûl
Li zeviyên firk di pûnijin
Zivistana rûniştî li demsala nû dike xwezî.

Destpêka biharê
Şil û zuwa derbas bî
Destên bi du`a yan ve ragirtî
Di delîvetên teng de li hev pirsîn
Lê…

Mihemed Zekê Mihemed

Weke tê Zanîn, nifşê nû l cem hemi miletên cîhanê, hêviya paşerojê ye, ji ber vê yekê guhdaneke mezin li wan tê kirin, da ku li ser kesayetiyeke serbixwe bêne perwerdekirin.
Li nik gelek miltên pêşketî, roja yekemîn ji sala xwendinê, rêvibir û mamosteyên wan bixêr wan dikin, silavê li wan dikin, ji wan…