Ezbenî Hêj em nebûne dewlet?

Konê Reş

Ezbenî! Gelo em bûne dewlet ta ku hin ji kurdên me bi tundî şerê serokatiya serok Barzanî ji herêma Kurdistanê re dikin?! Eger Kurdistan dewlet be û ew dewlet demokratîk be – wek Swêsra, Swêd û Fransa – wek ku ew kes doz dikin, pêwîste hilbijarina serokê wê dewletê ji cemawerê kolanên wê dewletê bê xwestin, ne ji endamên peremento.. Ji ber ku xelkên kolanan, ew endamên perlemento bijartine, anku hêza xelkên kolanên Kurdistanê ji siyasî û ne siyasiyan, ji hêza endamên perlemento yên siyasî mezintire.. A din, li gor rewşa herêma Kurdistanê û neyarên ku ji çar hawêr ve şerê wê dikin û dostên wê yên ku bi hewildanin wê bikin dewlet, nexasim piştî 100 salî ji peymana (Saykisbîko) û ne dewletbûna kurdan, pêwîste em tev dengê xwe, tevî dengê serok Barzanî bikin.

Barzaniyê ku di nav dewletên dinyayê de bi hewildane bingehê dewleta Kurdî a demokrat damezirîne.. Barzaniyê ku ji sed salî ve, ji bav û kalê xwe ve li vê yekê geryane û xwe ji paş nedane alî.. Barzaniyên, ku dinya û alem serwextî çîroka perîşaniya gelê kurd û Kurdistanê kirine, ta pileyekê ku navê Kurdistanê û wan bi hev re hatine hunandin.. Barzaniyên ku pirraniya xelkên her çar perçeyên Kurdistanê bi navê wan sûd dixwin.. Barzaniyê ku ne heyranê serokatiya herêma Kurdistanê ye wek ku heyranê serxwebûn û azadiya Kurdistanê ye.. Barzaniyê ku hîn (Nîna), temam nekiriye, em doza (Tirnîna), lê dikin..?!
Di vê rewşa hestyar de, eger em hina ji Barzanî çêtir û duristir ji bo bejewendiyên xelkên herêmê bibînin, bela fermo bikin xwe şanî me bidin.. Eger nebin, çima vî hejî davêjin ber lingê serok Barzanî û dewletbûna Kurdistanê bi paş dixînin?! Qey bîr nabin ku ji berî çend rojan ve Daişê çekê kîmyawî (Xerdel), li dor Hewlêrê reşand û hêjî Kurdistanî di eniya 1500Km de, ji Xanqîn ta bi Efrîn di berxwedana hebûnê de şerê Daiş û zarokên wê dikin..
Cihê daxê ye ku hîn Kurdistan bi şîr venebûye, em doza demokrasiya Swêsrastanê li herême Kurdistanê dikin! Bi hîvî me ku êdî nema kes karibe bi kewên Kurdistanê nêçîrê bike û ev ewrê reş, yê ku roja îro, ne di çax û dema xwe de, di asmanê Kurdistanê de xuya dike bê zerer be û zû biferike.. Erê, ez omîdewarim ku em karibin (Nîna) ava bikin, da ku em têde (Tirnîna), bêjin.. Ezbenî! Hêj em nebûne dewlet û neyarên me bi tundî şerê hebûna me dikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…