June 2015

Cankurd

Dexsîna dilê min ji van tivîrkan e
Welatê wan li pişta wan e
…û jiyana wan geryan e
Derbas dibin tixûbên dûr
…û sînor di zimanê wan de nehane

Dexsîna dilê min ji van zarokan e
Evên ku bi roj dilîzin,
Dibezin…
Dimîzin…
…û di xewnê de lîstikan dibînin
…û hêviyên mezin ji xwe re diçînin
…û nizanin ku ba tijî jehr e
Av…

Berzan hûsên
Kî têkçû û deriyê daketina bi tirs û berdewam vekir? Em nexşeyn yên ku bune zindan ji sedema şiyarbûna bihn tengiya me ya Pîrbûyê
Qey sînga me xwe cihê yê ku ava ji çemeke din vedixwe û sirûdên me erê nake têde nemaye?
Qey me xwe ji zinara û hevjiyan û pira rizgar kiriye? Kî têkçû,…

Dr. Ehmed Xelî
Wereger: Heydedr Omer

Em Kurd, bi bandora erdnîgarê û dîrokê, neçareyî hevtêkiliya li gel gelên rojhilata naverast bûne. Ew gelan jî bi ser sê gurûpan ve parve dibin:
*Gelên neteweyên, ku welatê me dagîr dikin.
*Gelcînarên me yên ne misilman.
*Gelên rojhilata naverast ên hatine kolonkirin.
Kîjan ji van gelan heye bibe kûrahiya me ya istertîcîk a herêmî?

Yekem:

Konê Reş
Bi min xweş e ku ez jî dewla xwe, di mijara hilbijartinên serokatiya herêma Kurdistanê de dakim. Ez jî kurd im û dilê min bi ser Kurdistana min ve ye, xêr û pêşketinê ji bo wê hêvî dikim…
Di baweriya min de, divê xelkên kolanên Kurdistanê serokê herêma Kurdistanê hilbijêrên ne perlementoyê…

Xizan Şîlan

ez
dergûşeke li çolistanên qijilî
pêxwas
tazî

birçî û sêwî mayî me
xwîna pêsîra dayika xwe
ya sîngsedef û giyanmirî
dimijim

dengê qîjeqîja çûkeke perşikestîhêlîn wêranbûyîbêxwedîû şeveder mayî meji ber kul û kederên dinyayêaxîn û nalînandikişînimli nav toza qehpikên çavsorbi tena serê xwehatim terikandinbedena mindi êş û jana çaxên genî dedilerizeli xurbetêrondikên bîranînên mişextbûyîdadiqultînimmovikên pişta dahatûya minji hev de ketindi bin barê…


Deham Ebdulfettah

Rawegoriya Karan bi Kara û Berkarên wan re
Mebesta me ji gotina (rawegorî) yan jî (kategorî)[1] ew e ku nîşandekên jimara kara û berkaran bi şêweyekî rast û durist , li wan , yan jî li karên wan xuya bibin . Anku , raweya karan li gora jimara kara û berkaran teşeya (forma) xwe , di…

EHMED QASIM
Bi xewnêra, dikenim ez
Bi hêvîra serxweşim ez
Di cengêda bi hêzim ez
Mixabin şêr bê rêberin
……………Çi xişm û bêtare hîro

Di cengêda pehlewanim
Gurçik ji pola ne hêsanim
Bawermendim bi rêzanim
Canfîdayê kurdistanim
…………….Lê xişm û bêtare hîro
Xişm û bêtar li nav meye
Li dinyayê wusa heye?
Şêr û piling li nav şerbin
Rovî li ser serê waye
…………….Loma ev bêtare hîro
Li Kobanî tiştek nema
Qîr…

Reşad Şeref

Di beriya sewêdyê de, du rûvî li pêrgî hev hatin. Şim û şim ji bin lingên wan dihat. Ji hev derbasbûn, cardin li hev zîvirîn. Yek nêrbû û ya din mêbû, dilê wan pijiya hevdû. Yê nêr pirskir: Dotmam navê te çiye?
Got: Navê min Qerê ye.
Wey nav li dinê be, yê nêr got!
Qerê bi…


Konê Reş

Ezbenî! Vê sibehê piştî min nûçe sehkirin û wêneyên kuştiyan li Kobanî dît, tenahî û aramiya min ji hev belawela bû, spîbûna dilê min bi reşahiyê ve hat lewitandin û xemgîniyê konê xwe di ser min û Qamişloka min re vegirt..

Ezbenî! Çima tu evqasî xemgînî?! Nizanim.. Tu dibê qey vê sibehê min tiştekî xwe…

Heyder Omer

Feqî yê Tîran di helbestên xwe de dîmenên têkiliyên civakî yên serdema xwe diyar dike. Fewdala kurdî wê hîngê gîhabû tepelê, û destpêkên berhema êkirinê ya sermiyanî rû da bû, û îna (ebebozan) li bajaran bê kar peyda bûbû. Her weha ji bo bidestxistina gepa xwarinê awayên ne durist rû da bûn, û mirov…