April 7, 2015

Newafê Bişar

Di bîranîna koçkirina xebatkar û rewşenbîrê Kurd
ê navdar Hemze Begê Muksî de,vê sibê, em birek ji rîsipî û hezkerên zimanê Kurdî
bi gurzek gul çûne Dugirê û li ser gora wî civiyan. Me ew bibîr anî. Mamoste
Konê Reş gotineke devkî li ser rol û xebatên buhuştî pêşkêş kir, û min jî…

Reşad Şeref

Wê şeva havînê dema ezmûnên giştî yên dibistanê bû, ba ne dilivî, bajar tev kerbû. Ez ji derveyî malê bûm, li rexê din yê kolanê li bin darekî têlê rûniştî bûm. Pirtûkek di destê minde bû, min xwe amadedikir ji bo mijara dawî ya ezmûne yê. Libên pêşiyan xwe diavêtin li ser deverên tazî…

Silêman Şiwêş Kurdekî Sûrî ye, ji aliyê Malbata Desthilatdar ve li Birîtanya li Koçka Bakîng Ham ya Qiraliyê hate xelatkirin. Ji ber ko Silêman di alîkariya Penaberan de û heçê nuh tên Birîtanya bi roleke kêrhatî û giring radibe.
Silêmanê Şiwêş pileya wî ya akadîmî Macistêr di Zanistên Xwarin Û Tendiristiyê de ye li “Zankoya Hodersfîld”…