Kurdekî Sûrî Alîkariya Penaberan Dike Û Ji Aliyê Malbata Desthilatdar Ve Tê Xelatkirin

Silêman Şiwêş Kurdekî Sûrî ye, ji aliyê Malbata Desthilatdar ve li Birîtanya li Koçka Bakîng Ham ya Qiraliyê hate xelatkirin. Ji ber ko Silêman di alîkariya Penaberan de û heçê nuh tên Birîtanya bi roleke kêrhatî û giring radibe.
Silêmanê Şiwêş pileya wî ya akadîmî Macistêr di Zanistên Xwarin Û Tendiristiyê de ye li “Zankoya Hodersfîld” ya Birîtanî û Bawernameya Bakaloryos di Endazyariya Çandiniyê de ji Zankoya Helebê wergirtiye 

Sala 2012an piştî destpêkirina bûyerên ko li Sûriyê çê bûn ji Sûriyê ber bi Birîtanya ve koçber bû, û ji ber zimanê wî yê Ingilîzî baş e û pisporiya wî ya berê di karê mirovî û hawarhatinê de, ji ber berê bi Heyva Sor ya Sûrî re kar kiribû, Xwe ji karê hawarhatinê û yê mirovî re li Birîtanya vala kiriye, da alîkariya Penaberan û kesên nû hatine Birîtanya bike.

Silêman alîkariya 57 rewşên mirovî yên Sûrî kiriye û karîn û çalakiya wî balkêş bûye û di bîranîna 150 saliya damezirandina Xaça Sor ya Birîtanî de surprayz bû jê re dema ji aliyê Qirala Birîtanî ve Îlîzabêt hate vexwendin da hevdîtin û serdana wê li Koçka Qiraliyê bike.
Çimkî ew nimûyek cihê serbilindiyê ye ji penaber û kesên nû hatine re bi giştî û ji Sûriyan re bi taybetî. 
Serdan ji bo li Baxçeyê Koçka Bakingham xwarinê digel malbata Qiralî re bixwe, hêjayî gotinê ye Emîr Tişarliz û Emîra Aliksandra û Qirala Birîtanî Îlîzabêt jî amade bûn. 
herweha ji aliyê Nivîsgeha Netewên Yekbûyî ve li Londonê dîsa hate vexwendin da li kongirê Penaberan li avahiya Perlemanê Birîtanî nûneritiya Sûriyê bike. Silêman gotinek giring li ser rewşa Kampên Penaberan yên li Libnan û Tirkiyê û Îraqê û Urdinê û yên li Dewletên din da.
silêman soz daye ko alîkariya penaberên nû tên Birîtanya bike, û malbatên wan bide ser hev, hem jî ji bo kêşeyên windabûyan bixebite û berdewam pêdiviyên Penaberên Sûrî bişopîne.
Jêder: Hevbendî- Desthilata Çarem 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….