Ronî ELÎ
Min û hêviyan
Di hêstirên Zarokekî wendayî de
Û li ber dîwarê Lêvên ziwa
Ramûsanên xatir xwestinê
Ji paşeroja çîrokên evînê
Li hev
Parvedikirin
Ne min
Nameyên xoşewistiyê ezber kirin
Û ne jî ramûsanan
Soz û peyman
Di asoyên Çavqurçkirî de
Diçespan din
De lêxe …
Singûya hestên sînor kirî
Di tengala omîdên beravtî
Û kendava kenê
Ku di gewriya gotinên evînê de
Veşartî maye
Dibe ku Sibe
Siwarê…