Helbest u pexşan

Xewnên Payîzek kenok


Ronî ELÎ

Min û hêviyan
Di hêstirên Zarokekî wendayî de
Û li ber dîwarê Lêvên ziwa
Ramûsanên xatir xwestinê

Ji paşeroja çîrokên evînê
Li hev
Parvedikirin
Ne min
Nameyên xoşewistiyê ezber kirin
Û ne jî ramûsanan
Soz û peyman
Di asoyên Çavqurçkirî de
Diçespan din
De lêxe …
Singûya hestên sînor kirî
Di tengala omîdên beravtî
Û kendava kenê
Ku di gewriya gotinên evînê de
Veşartî maye
Dibe ku Sibe
Siwarê xeman
Ji çirûska Şemalên penaberiyê
Mizgîna Şahiya Nêrgizan
destnîşan bike
De lêxê …
Zengilê Sînga Sibehê
Di qurmê dilê aware de
Dibe ku Barana Payîzeke kenok
Ji nû ve
Lêvên wehwehokan bixemilîne
Û ramûsanên me
Li ser pişta Bayekî tenk
Bicivîne
442015

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…