March 2015

Qado Şêrîn

Ji bo ku nebim aliyek li dijî aliyên din, û ji bo ku tev li nakokî û pirsgirêkên navxweyî yên rêxistinên nivîskaran nebim, çimkî ew ne ji erk û exlaqê min e, êdî taku nebin yek ji hemû dezgeh û rêxistinên nivîskaran vedikşim û radiwestim, û ji îro û bi şûn ve nema endamê…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Ramana me ya netewî, ji bo tevayê pirojeya me ya rizgarî, bingeha giyanî ye, her ku ev ramana me durist û hêzdar be, rêveçûna me ya rizgarî jî dê rast û hêzdar û berhemdar be. Lê eger en rola rewşenbîrê Kurd nepelînin, gotûbêja me li ser ramana netewî dê kêm be….

Heyder Omer

Belê…rev ji mirinê nîne, û ti hêz jî nikane li hember mirinê berxwe bide, Gava mirin tê, hemî tacan û destlatan gêr dike. Feqî yê Tîran vê rastiyê diderbirîne:
Hezar siwalî dinê siwar bî.
Mîrê şerq û Şam bî.
Kasa mirinê tuyabî
[1].
Boûnên Feqî yê Tîran, di tenga mirinê re, di helbestên wî de, wusa sade û numa…

Tengezar Marînî

Tu li min bi hemanekê bûyî?
Şev e,
ez xwe bispêrim kîjan stûnî?
Erê li ber kîjan sîberî serê xwe deynim
Şev digirî
Yaxud ez?
Bêhna te nayê min.

Li kîjan asîmanî îro rondikên te dibarin.
Nesazvan im,
ez karibim dûrahiya te bijenim
Nebilûrvan im,
kovanê dûriya te bigiriyênim
tenê ez digrîm
buhara min te ez kirim payîz
ax dilêm teng e
teng e, dilêm teng e.
buhar bû niha…

Kamran Simo Hedilî

lerza nehînî
di valahiyê de
lerizand darjîna min îro
siya reşkorî

dirêjî wêrekiya dil bû
tofana erdhejî
bedena min hejand
di asîmanê dengan de tefî şadronî
têhna dil
sar dikin hêstirên Malsa
di çavan de girî roj
çepera paristinê
hildiweşînî melûlî
çiyayê min
pişta xwe didayê
herifî
şirîkê pêsîrên dayê Elî
rabe
bikene
ken li te tê şêrîno
awirên…

Konê Reş

Dengê Hesekê ji bihara wê a rengîn bilindtir dibe..
Sibehên wê bi tîrêjên rokeke fedyok,
di nav reşewaran de, xwe vedişêre..
Baran, wek xwîna şehîdên wê,
Bi ser welatiyan ve dibare..
Kulîlkên sîn, spî, zer, şîrkî û pemba, sorreng dike..

Şebnem û xunava vê adara vê Biharê,Bi dilopên xwînê, mêrg û çîmenan, şil dike..Û dengê Hesekê, lihev vedigere…Ji şermiya…

Konê Reş
Wek ku diyare, tev şîn û şadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê meha Adar de bû. Ango ev 13 sal in ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye. Bi vê helkeftinê kêfxweş dibim ku xwendevanan serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav kurdên Binxetê…

Merwan Berekat

Creke din..
Newroz xwîngiriya..
Xwîdigrî
Lê..
Ev ax
Ev welat
Kurdistaneke Leyle û Arînî ye
Dê hertim jînvejîne.

Careke din..
Di dêmêm dayîkan de
Êş herikîn…
Dil girîn
Û di giyanê me de
Çîroka pêdariyê reng veda
Sembola azadiyê ye
Newroz.
Ne dilbikîn û jînkujer in
Lê…
Ji bo tolvedana
pakrewanên Newroza bêzar…
Neçar in… em
Tolêstîn pêl dide.
Hebûn…
Pir Ejdehak
Pir enfalkar û kurediyên har
Hîn jî…
Direyin.. cewrikên wan
Lê..
Torînên…

Konê Reş
Ey Xwedan! Eger ola Hz. Muhemed rastirîn û dawîtirîn ol be,
Em gelê Kurd netenê ji vê olê ne, lê belê,
me gelek xebat û bizav jêre pêşkêşkirîiye..
Di duyemîn qûnax de Selahedîn Eyûbî
ev ol ji talanên Xaçparêzan parastîye,
Mala pîroz li Qudsê ji destê Firenceyan rizgarkiriye..
û Kurd bûn yên ku; rêçekên misilmantîya
Qadirî û Neqişbendî di rojhilata navîn…

Konê Reş

Bîst û yekê adarê
Destpêkirina buharê

Şaxên daran bişkivîn
Ji kulîlkên sor û şîn

Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Rojên kevin hilatin
Rojin nû taze hatin

Rengê zemîn guherî
Şa bûn, şivan û kerî

Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Xwîna mirov dijene
Pêre dil jî dikene

Keç û kurên me kurdan
Bi şahî dikin dîlan

Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Dibe dema evînê
Dil…