August 2014

Konê Reş

Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber
sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eşîrên kurdan lê
akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî
(Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê
Zirganê û ber bi rojava…

Konê Reş
Piştî ku mîr Bedirxan di sala 1847 an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên
malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê mişextiyê de keçên xwe
dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û şêwir dane û wiha gelek
zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê,…

Tengezar Marînî

Gelek xwişk û bira pirseke gelekî rewa û di cihê xwe de dikin:

Çima USA û Europa, bi hawarê rikberiya Sûriya ve nehatin û nayên, lê di
2 rojan de bi hawara kurdan ve hat?

Çima têkiliyên xwe bi Herêmê re girêdidin û li dij PKK û baskên wê li
Sûrî radiwestin?

Bi kurtî: Bawerî bi rikberiya Sûrî…

Qado şêrîn

Eger mirov li dîroka welatan vegere, mirov dê bibîne
ku leşkeriya neçarî tenê sîstemên gelemperî û ne demuqrat bi kar anîne, yan jî
di wextinan de ku dewlet hewcedarî berevaniya giştî bûne, daku rêjîmê yan
sistem û kesatiyên sîstemê bên parastin. Belkû jî ji bo şer û cengên vala, daku
rêjîma totalîtar û ne demuqrat temenê xwe dirêj…

Heyder Omer

Nasnav:
Eger heya nûka, me navê helbestvanê xwe hinekê zelal kiribê jî, lê navê wî yê ku pê di wêjeya kurdî de hatiye naskirin, ango (Feqî yê Teyran/Tîran) hîna jî ne zelal e. Bi baweriya min emê ji neçare heya demekê jî bendewar bimînin, da ku hemî berhemên, ku bi navê wî hatine…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Berê em gîhabûn wê yekê, ku civaka me ya kurdî kirîzeya hişyariya netewî heye, pergala bazdanê, ku em ji 25 sedsalan de tê de ne, ji ber vê kirîzê peyda bûye, her weha evê kirîzê em lawaz kirine, ku tevî şoreşên pir, û kewranên cangoriyan, me nikarîbû ne welatê…

Qado Şêrîn

Bi texmîna min, êrîşa li ser Şingalê ji aliyê Daiş ve siyasî bû, ne ku li dijî oleke cuda bû, ma xelkên êla Şihêtat a Dêra Zorê ne ahlê xwedê bûn, mane misulman bûn. Aniha vîdyo belav bûne bê çilo Daiş nijadên wê êlê serjêdike, jixwe nûçe û dezgehên ragihandinê jî ev yek…

Konê Reş
Emîre Sînemxan Bedirxan kî ye? Ew neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û…

Mihemedê Seyid Husên

Bê guman mirov li ber xwe dikeve, nemaze ku hêj bîrlêkirina hozanî û zanistî dûrî desta ye, tenha hewara me maye ku mezelê miriyan, ji hestiyên ziman çanda yekgirtinê li babikî, li asteyekê mirov angoyî û tavilî dimîne, gelo afrîdeyên wa karîzmatî ji civakê û qûnaxê sirgûn bûne, bi yekcarî…

Konê Reş

Wek ku diyar e; kurdên Êzidî di dewleta Sûriyê de li du parêzgehan jiyana xwe derbas dikin; Parêzgeha Helebê (Çiyayê Kurmênc) û parêzgeha Hesekê (Cizîrê) an Beriya Mêrdînê û Sinceqa Xelef Axa. Parêzgeha Hesekê: Ev parêzgeha ku li çar deverên wê Kurdên Êzîdî hene. Ev parêzgeha li herî bakur û rojhelatî dewleta…