July 2014

Kasî yûsiv

Dibêjin carekê kêzê ya ku jina mişkobû jêre got cilên me yê ne şûştî bûne gelek, û ji zûve me serêxwe ne şûştiye ka sibe em herin cîkî ser û cilên xwe bişon,tê gotin roja dî sibehê herdû çûn li avekê digeriyan, ta ku ser û cilên xwe li ber bişon.
Pêşî çûne cem…

Merwan Berekat

Eger..
Tu biçî hundirê çavê royê
ezê berî te li wir bim
bila..
em bi hev re bişewtin.

Eger…
Tu bibî hilmek û biçî ezmên
ezê te û xwe
bikim ewrekî têrbaran,
bila….
em bi hev re bibarin.
Eger..
Tu bibî sîwara hespê koçberiyê
ezê riyên cîhanê
bi nameyên eşqê dorpêç bikim
û deriyê dil..
li ser piştê vekim.
Ta…

Brahîm Mehmûd

” Bo jiyana Kobana bedew û hew “
=====
Hêêê merivno
Hêêê siwarno
Peyanno
Hûnê bi kûde herin ?

Werin
Werin
Hûn gihan gihan
Kobanê xêrhatinê di we dide
Ser sera ser çava
Gelo we pirsiye hûn li kû ne hêêê?
Bi çi bazirganiyê hûn dinasin?
Bi çi bazarê we xwe amade kiriye ?
Bi çi mebestê we xwe bi rê kiriyê ?
Bi çi rêberiyê we xwe li…

Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Hemî şoreşên me têk biçin, û welatê me bi tevayî dagîrkikrî bimîne, û pergala bazdanê (revê) û dagîrkirinê li dirêjahiya 25 sedsalan berdewam be; ev yeka bi carekê ne diyardeyeke normal e, belê mezintirîn bobelat e, û di hişyariya me ya netewî û niştimanî de wergera kirîzeke metirsî ye. Dive…

Konê Reş

Îro (15.07.2014), danê sibehî, ji bo derbasbûna 63 salan di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re, min semînerek di navenda Aso a Rewşenbîrî de li bajarê Qamişlo, li dor kar û xebatên Mîr Celadet Bedirxan pêşkêş kir.. Di nav re jî, min ronahî berda dor malbata Bedirxaniyan a dêrîn û di destpêkê de min…

Hişyarê Emerê Lalê

Di vê qûnaxa hestyar de hemî kawdanên ku girêdayî bi ragehandina dewleta kurdîve pêkhatîne ji kawdanên herêmî ta bi kawdanên diwelî ji ber ku miletê kurd biye xudanê hemî surişt û samanê xwe , bercewendên dewletên herêmê bi bercewendên miletê kurd ve hatine girêdan ,û kurd jî bîne jimarek herî giring di…

Mehmûd Badilî

Çûkên li ser riwê te yî berberokî
awirên min yên derbeder
nikil dikin.

Kûzê bêhrîkirinê derizî ye
shewata hêsirên min
bi ser xilmashiya kulîlkên
rêrexan de dilop dike

Destê min ji min ketin
ji hilgirtina firishteyan
û avjeniya di bin baranê de

Ez ne çiya me
berfê li ser dilê xwe kedî bikim
Ez ne bîr im
henaseya avê di kûrbûna xwe de
biçikînim
Ez helbestvanekî tim
li ber xwe…

Mihemedê Seyid Husên

Îro-roj şênewarên bajêr bêdeng rawestiyane, bi giştî li ser tapanan hoşyar û rahênan mane, bîneriya xwe bo hevgariyên dîrokê li ser yadiyên berbatê ta biderzî vedikin, rencewarekî bê tebate, bo niştecî goristan û bobelate, bi giştî warekî sawgirtiye, seraqet metirsîn pelemarî giyanê hemwelatiyan dibî, resenwarekî xweş yadîgare, kiloxên lawên bavan, hestiyên…

Konê Reş

Diyare ku di rojek mîna îro de (13.07.2014), ji berî 25 salan Dr. Ebdulrehman Qasimlo li Viyenayê bi destê ajanên rêjîna Îranî hatiye terorkirin û bûye şehîdê Kurdistanê.. Wek wefadarî ji bîranîna wî re, me jî Îro, li bajarê Qamişlo, katjimêr 10,30 li Navenda Aso a rewşenbîrî semînerek bîranînî ji bo bîranîna wî…

Weşanên Ar berhemên Rezoyê Osê bi alîkariya Komeleya Ramyarî ya Swêdî-Kurdî, 12 Adarê (Svensk kurdisk ideell förening 12:e Mars), nîsana 2014 li Stenbolê pêkaniye.
Mamostayê me Rezo yek ji wan rewşenbîran bû ku …bêdeng xebata xwe dikir. Ji xwe bêdengiya wî jî, giraniyek didayê û ev giranî di xebata wî ya di warê pirsa neteweyî de…