June 2014

Deham Ebdulfettah

1-Şêwezarê Kurmanciya Bakûr (Bakurr) :

Ev şêwezar pirraniya nexşeya Kurdistanê digire . Ji Kurdistana Iraqêî li parêzgeha Duhokêî herêma Şêxanî Şingal û Zîbar bikar tê . Ji Kurdistana Iranê , li başûrê rojavayê deryaçeya Ormiya û di nav hin nişteciyên Tehran û Xurasanê de jî bikar tê . Li hemû herêm û deverên Kurdistana Bakûr…

Qado Şêrîn

Rewşa Sûrî ya ana bi dilê gelek welatan e, bi dilê wan welatan şer û kuştin û wêran kirin berdewam e. Ji bo ku şer berdewam bibe jî divê aliyek zora aliyê din nebe, û çiqasî mirovên sivîl, zarok û jin bên kuştin jî ne derd û xem e. Ji wan welatan re…

Idrîs Hiso

Roja 3-6-2014z bi ahingekê yekemîn festivala Hewlêr navdewletî bo Fîlim kotayî pê hat . gelek kesyetiyên sînemakar û hunermend amadebûn .
Festîvalên bi vî rengî li Kurdistan dilê mirov xweş dike , her çend kêmanî hebinjî lê, ez bawerdikim çi kesê gava xwe ya pêşî bavêje wê kêmanî hebin , anjî em Karin bêjin…

Qadir Egîd

Celalo… îroj çilê te bû… çilê fermana te bû ku di şeveke reş de, li ser maseya xwedan, bê haydarî û dilovanî, ji nişka ve, û bi dilekî sar, biryara wê hatibû stendin. Ma min bizanîba wê koça te, piştdana te, nevegera te, û mirina te wilo mina xewnekê, mina lîstokekê zarokan, yan…

Merwan Berekat

Dema mirov dibêje zarok, di cî de pêşeroj û berdewamiya jiyana mirovahiyê li ser riwê guzemîn li bîra mera tê. Dema mirov dibêje zaroktî, di cî de hestên nazik, dilovanî û rengên tabloya jiyaneke taybet li pêş çavên mirov tê dîtin. Zarok, ne tenê nifşên pêşerojê ne, lê belê ew nasnameya siperoja miletan…

Samî Ehmed Namî

Di sala 1958an de yekîtiyek di navbera her du hikûmetên Sûriya û Misrê de bi navê Komara Erbiya Hevgirtî hat damezrandin. Bi biryara Mebahis (Hêza Ewlekariya Dewletê) hemû partiyên siyasî li Sûriyê ji xebata siyasî û rêxistinî hatin qedexe kirin, tenê partiya Komonîst a Sûriyê û Partiya Demokrata Kurd Li Sûriyê ew…

Ronî ELÎ

Kûde diçim
Pêjna te bi min re mêvane
Bêyî ku min
Tu ji ahenga nalînan re

Vexwendibî
Kûde bardikim
Tayek ji guliyên te
Di buxçeya Nanê tisî de
Dibe mazûban
Bi çi dengî dilorînim
Dengvedana gewriya te
Di guhên min de
Awaza pêşwaziyê dilîlîne

Kûde diçim
Li benda tîrêjên Çavên te
Dil di rawestanê de disojim
Tevî dizanim
Ku di kuzota awirên te de
Wê kenê li ser lêvan
Bimiçiqe
Perikên xalxaloka bendewariyê
Kedî bibin
Lê…

Salar Salih

Gaveke balkêş e ji bal Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya ku roja 6/6/2014 wek roja çîroka kurdî destnîşan kiriye û dê yekemîn mehrecana çîroka kurdî di wê rojê de destpêbike, ji çaxa ku min dest bi nivîsîna çîrokê kir pirsek giring min ji xwe dikir , çima çîroka kurdî tê paşguhkirin û çima mehrecanek…

Di 1ê pûşbera 2014an de li Amedê, li bin navê Konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî, konferansa damezirandina şaxê HRRK li Turkyayê û Bakur hate lidarxistin.
Ev konferans wek serencama biryarn Kongireya 4ê ya HRRK ya ku di 25/01/2014 li BILEFELDa Elmanyayê hatibû lidarxistin û bi şêwazeke rêbazane û balkêş giha armancên xwe yên bingehîn.
Di konferansê de bi…

wehîd keleeş

ve Silo hat civatê :
– bê deng bimînin , li wî guhdarbikin ka dê çi bêje ?

Silo nêzîkbû , û sola xwe ji lingê xwe danî , û silavkir û li ser dikê koçkê rûnişt , balgihek kir di hemêza xwe de , û dest bi axavtinê kir û got :
– gelî gundiya , kî…