Di ahinga kotayî de ….Şivan Perwer …. Ji dervî bazin bû !!

Idrîs Hiso

Roja 3-6-2014z bi ahingekê yekemîn festivala Hewlêr navdewletî  bo Fîlim kotayî pê hat . gelek kesyetiyên sînemakar û hunermend amadebûn .

Festîvalên bi vî rengî li Kurdistan dilê mirov xweş dike , her çend kêmanî hebinjî lê, ez bawerdikim çi kesê gava xwe ya pêşî bavêje wê kêmanî hebin , anjî em Karin bêjin kar bê kêmanî nabe .
Di vê ahingê hin kêmaniyên ber biçav hebûn ezê li ser hinkan ji wan rawestim wek ku min bi çavê xwe dît . bi mebesta ku em karibin karên bi vî rengî serast bikin , û ne tenê em çepikan lê bidin û bêjin tşt ji wilo çêtir çênebûye !?
1- gelek mêvan hatin , û cê rûniştinê bo wan nema , çimkî vexendin giştîbû û kursî bo mêvanên biyanî ne hatibûn nîşankirin!!loma hin mêvan li derve man û hinjî ketin nav xelkê rûniştin ….
2-paşî sirûda kurdî gelek xelik ser piyan neman ji ber zen kirin tenê sirûda kurdî wê bê xwendin …..
3-paşî belavkirina xelatan bo filmên bi serketî , hol ji xelkê valabû , çinko zen kirin ahing bi dawî hat … evjî jiber tu proşorek .. an kaxetek ne hatibû belavkirin li mêvanan ku nasbikin ka çi heye çi tine ….
4-dema kevaniya(xêzana) Yelmaz Gunay xelat kirin kes derneket xelata wê ne dayê , tênê jinek ji paş perdê derket xelat danî ser masê û vekişya bi rengekî ku mirov ji ber fedî dike û nelayqbû yek car jib o kesayetiyekê wek jina Yelmaz Guney .
5-kesayetiya bi nav û deng , nivskarê Tirk Ismail Pêşkecî , yê ku te nasîn bi hevalê kurdan hat xelatkirin , û bang li Şivan Perwer kirin da ku xelatê bi de dest IsmailPêşkecî lê mixabin Şivan dema derket ser masê xelat xist destê xwe , û destpêkir axvî mîna ku ew hatbe xelat kirin û got:”ma we xelat da minjî … ez ne sînemakarim….”
Û  Şivan axaftina xwe berdewamkir , û dest pêkir sipasî û malaviyan kompanî û kesên alîkar bi vê festivalê re , û got : seta filan xweş û mala bêvan ava … tê bigota ew rêveberê festivalê ye û ji wî tê xwestin sipasya kes û kompaniyên piştevan bike ….! Ne tenê wilo Şivan mîna kesekî ku ji dervî baznê torê be … ji xwe behsa Ismîl jî nekir , û li bayê xwe ji ser masê daket … heta ku, ez nizanim bê kê anî bîra wî ji o vegere jiber ev xelat ne ya wî ye … û tenê ewê bide destê ISMAÎL PÊŞKECÎ …. Mala xwedê ava Şivan vegerya ser masê lê hîn wî zendikir ev xalat yaw î ye loma got: “..ev xelat amine .. û ezjî wê didim nivskarê mezin Ismaîl Pêşkecî “!!!!
Ev bû cê kenê xelkên hazir …. Şivan Perwer , hişê wî li ku bû kes nizane …..
Mamoste Şivan Perwer di ahinga ku li hotêla DÎVAN de li darket piştî ahinka belavkirina xelatan li Hola SEED EBDULLA dîsa sipasî û malavayî li xelk û kompaniyan belavkir … di nerînamin de ev ne başbû bo hunermendekî wek Şivan…..
6-çend caran kombuter îşnekir , û ji xelkê re gotin piroblêmên teknîkî hene , ta ku Mohsin Zehawî lêdana xwe li Defê berdewam nekir …
Ev û çend tştên dinjî ku girêdayî bi Atîkêt û çend mercên din ku mîna van festîvalan pê tên li darxistin ji vê ahingê kêmbûn ….
ez bi omîdim ku welatêmin bibe cê li darxistin û avakirna festîvalên bi vî rengî  , lê ez van tştan tînim ziman da ku carên bên ev kêmanî neyên dûbarekirin û festival bi rengekî baştir birêve biçe
Berdereş 5-6-2014z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…