November 2013

Ebdilbaqî Çeto

Bê goman dema go min li wêneyên serdana birêz Serok Mesûdê Berzanî li Paytexta Kurdistana bakur li Amedê, di Telefizyonan de temașe kir, û nexasim dema go min ew Cil û Șașikên Kurdî li wî û li Hunermendê gelê kurd Șivan perwer û perlementara kurd Leyla Zana dîtin, û herwiha dema go di…

Di van rojên dawî de ev dîwana min a zarokan bi navê (Helbestên Zarokan: Sîpan û Jînê û Şagirtê Bedirxan im), ji rex weşanxaneya (Aram), ve li Amedê hatiy çap û belav kirin. Dîwan 110 rûpel e/ 2013 Amed.
Bi min xweş e ku ez diyariya wê, bi kurtî şanî we bidim:
Wek ku diyare…

roja 13-11-2013-an de 53-ê sal di ser şewata Sînemeya Amûdê re derbas dibe, di van salên bûrî de vî bajarê birîndar gelek kul û êş dîtine , lê her û her ew ji wan bobelat û jankêşanan xurtir derdiket ta ew bûye navenda berxwedan û serbilindiyê .
şanda Nivîskarên Kurd bi Amûdiyan re tevlî bîranîna cangoriyên…

Samî Ehmed Namî

Mela Ehmedê Namî di pêşgotina pirtûka Agirê Sînema Amûdê de Dibêje:
PÊŞBERIYA ÇÎROKÊ
Dema min dît ko çîroka Agirê Sînema amûdê yek ji serpêhatiyên mezin ên di welatê me de çêbûn tê hijmartin, min nexwest ew jî winda; bê ser û şop here.
Her wekî ko bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de…

Komîta Xelata Cigerxwîn a ji bo afirandina helbestê ji bo sala 2013an biryar da ku xelata îsal diyarî helbestvanê kurd Ferhad Içmo bike, ji ber taybetmendiya wî di veguhestina helbestê de, û ji ber ku bi dehên salan e ku xizmeta helbesta kurdî dike, û dengekî resen û bilind e di cîhana helbesta kurdî de.
Xelata…

Hejmarek taybet a ku nûçe û helbestên ku di roja helbesta kurdî de hatibûn xwendin, diweşîne, tev li hejmarên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 18an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.
Di hejmara 18an de: Despêk, Nûçe û çalakî, Gotar, Dîrok, Wergirandin, Quncik, Bajarên me, Hevpeyvîn, Helbest, Weşanên nû û Çîrok.

nivîs û berhemên…

Mihemedê Seyid Husên

Weku dizanim dê rojekê cîhana gewrik li paş xwe bihêlim, hîn çaktir jî dizanim ku dê û bavê min, xizm, kesukar, heval û hogirên min, dê bi dilekî şewat ahenga giryanê bo min li darxînin, loma min ji mêj ve hêsirên xwe di malikên çavan de zindan kirine, çima ku min poşmanî…

Duyemîn Romana Eta Nehayî, “Balindeyên Li Ber Bê” di nav weşanên Avesta de derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soarnî bo kurmancî hatiye wergerandin. Berî bi salekê yekem romana Eta Nehayî, Gulên Şoran jî bi kurmancî çap bûbû û xwendevanên kurdî jê hez kiribûn.
Haşim Ahmedzade, di “Romana Kurdî û Nasname” de, vê…

Lewend Dalînî

Çend gotin:
– Ne tenê yekîtîya nivîskaran wek sazîyek ê vexwendî bû, lê nîvên wan jî, rewşenbîrên serbixwe bûn. 26 nav hatibûn,lê ên ku amadebûn ji çûnê re 22 kes bûn (2 ji wan jî ne vexwendî bûn!?).
– Mamoste Hesen Silîvanî vexwendin bi riya fermî şande sînorên derbasbûn ê li Brahîm Xelîl û Sêmalka.

– …

Di roja 6-11-2013-an de, şandek ji yekîtiya nivîskarên kurd û vexwendiyên dîdariya wêjeyî ya ko ji 22 nivîskaran pêk hat bi awayekî fermî ji bo çalakiya wêjeyî –Roja edebiyata kurdî ya bakur- rojava- Bi çavdêriya serokê hukûmeta herêma kurdistanê û vexwndina Yekîtiya nûserên kurd li şarê Duhokê li rêka Fêşxabûr-Sê Malka hatin vexwendin.
bi…