Di van rojên dawî de ev dîwana min a zarokan bi navê (Helbestên Zarokan: Sîpan û Jînê û Şagirtê Bedirxan im), ji rex weşanxaneya (Aram), ve li Amedê hatiy çap û belav kirin. Dîwan 110 rûpel e/ 2013 Amed.Bi min xweş e ku ez diyariya wê, bi kurtî şanî we bidim:
Bi mebesta ku îsal /2013 / 67 sal di ser damezrandina UNICEF re derbas dibe, ez ji dil û can vê dîwana helbestên zarokan diyarî zarokên gelê xwe dikim. Û bi hêvî me ku nivîskar û hozanvanên kurd, zarokan ji berhemên xwe bê par nehêlin, eger em yên îro ne, ew yên pêşerojên me ne.
Yekî wek Xwedê jê razî Ehmedê Xanî ji berî 300 salî ve ji bo zarokên kurdan nivîsandiye û gotiye:
Ev çend kelîme ji lûxatan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Ne ji bo sahib rewacan
Belekî ji bo biçûkêt kurmancan.
Yê min jî, wek xemxwar û zikêşekî zimanê kurdî, ez vê dîwana helbestan ji zarokên gelê xwe re pêşkêş dikim.. Ji bo wan zarokên me yên ku hin bi hin û bê dil, dûrî zimanê dê û bavê xwe dikevin..
Ji dil û can spasiya xwediyê weşanxaneya Aram kak Vedat Çetîn dikim..
Konê Reş

Şîrove (0)