March 2013

Ehmed Mustefa

Bi kuştinê nabin xelas
Hêsrên xwînê çavan guvaşt
Xûnav hew tê ji asîman
Gul û nêrgiz nabişkivin

Hêvî kuştin, ziman jî lal
Cîger heland, dil kul kirin
Zarok kuştin man bê nefes
Hembêz vala man bê Dergûş
Felek xayîna bextireş
Roja me reş tarî kirin
Helbeçe kir Hîroşîma
Pênc Hezar Kurd, Qetil kirin

15.03.2013 Saet: 22:22

Zahid Mehmûd

Bahoze bahoz
li ser Ava kaniya me
Lîstike
Berfe barane
baroze

Sermaye seqeme
qefale
Mije ma dûmane
wêrane
gume gume dîse
qêrîne
Azmanek bê rewşe
bê ringe
bê rûwe reşe
bê vîne
bi êşe waye
Bi jane
dinalîne xemgîne
ne şîne
– – –
Birano hevalno
ka werin
bêjin
Ma eve çi
toze
ev çi birin û
anîne
Kê biserxstiye
gihandiye
kîjan neyarî
belavkir
Ji kîja…

Nûman Axîn

Zivistan çû
careke din dem bû buhar

bi rengê kulîlkan
hat neqşandin çiya û zozan

Diherikê ava zelal her dem
li nav çiya ji kanî û robar

Heyva avdarê hat bi rengê buharê

cejna welatê min bûye newroz


21 ê avdarê
agirê newrozê vêxim

li deşt û zozanan

li nav gund û bajaran

Bilind bikim va rojê

li tevayî cîhan

Newroz
Newroz xebate

newroz coşe

newroz şer û serhildane

li girtîgeha lêdan, kuştin…

Kerîma reşko

xwezî ez niha li welat ba ma
ey xelkîno
min destê dayikên pakrewanan
mac bikra
û min histrên wa
bi gulên keske sor bişande ezman
min bigota

eyyyyyy Xwedayê mezin û dilovan
bişîne ji me re rojên şahî
bese perîşanî
Qamişloka min westiya
xwîn di Çeman de rijiya
êdî bese Xwedayê min

canê min bike qurban
tene ji bo azadiya welatê min
xwezî ez li welatê xwe ba…

Qado Şêrîn

Ana mirov dikare bi zimanekî dirêj bêje ku li Basot û Birc Evdalo gava yekemîn ber bi birakujiyê ve hate avêtin.
Di wexta ku em hêvî dikin gava duyemîn neyê avêtin, em bi tundî kuştina kurd bi destê kurd şermezar dikin û bang li aqilmendên Pyd dikin: wek çilo bûyera Basot û Birc Evdalo…

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Bêguman ji despêka şoreşa Sûrî de hevrikiyek ne diyar di celda kurdî de hêdî hêdî xwe di berda ser hestê milet û di mejiyê gelde cî di girt. Û her ku rêjîm ji bajarek kurdî ve dikşê û di kevê destê kurdan de ew kîn û hevrikî lîstik û dijmina tî zêde…

Hevpeyvîn: Hêmin Xoşnaw

Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS) Mihêdîn Şêx Alî dora 40 salî ye mijûlî siyasetê ye, lê ew bêhtir weke dîrokzanekî derdikeve pêş. Di nav raya giştî ya Sûriyê de partiya Mihêdîn Şêx Alî weke hevpeymaneke nehênî ya PKKê naskirî ye, lê ew di vî warî de nêrîneke din…

Hejmarek nû tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 10an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.
Di hejmara 10an de çîrok, gotar, dîrok, helbest û gelek celebên din ên gelek nivîskaran hene, mîna lêkolînan û bîr û boçûnan.

Gelek nivîskarên mîna; Hoşeng Broka, Lewend Dalînî, B. Cigerxwîn, Xebat Şakir, Bêwar Barî…

Tengezarê Marînî

“Carekê pêdivî ye, mirov ji hev dûr bikeve:
Carekê dixwaze di yê din negihe—
Carekê her yekî rê ji xwe re cot dike–û her yek bitena xwe diçe
Ma gunehê kê ji wan e?”
Kurt Tucholsky

li nava sirûdên lihevnehatinê û vê xirecirê dîsa tu li bîra min î.
Xopanê şarên me yek bi yek ji nav…

Samî Ehmed Namî

Dema min xwe amade dikir ko reşbelekekê di bîranîna sêyamîn ya Xwedê lê xweş be Rezoyê Osê de binivîsim, ez li hevpeyvînek e torevanî bi pênûsa helbestvan Konê Reş ko di malpera Welatê Me de hatibû weşandin rast hatim.
Min hevpeyvîn bi germî xwend. Mixabin xwendina wê hinekî ez dilsar kirim!!.
Gelo çima?
Di berdewamiya…