Birc Evdalo gava yekemîn e

Qado Şêrîn

Ana mirov dikare bi zimanekî dirêj bêje ku li Basot û Birc Evdalo gava yekemîn ber bi birakujiyê ve hate avêtin.
Di wexta ku em hêvî dikin gava duyemîn neyê avêtin, em bi tundî kuştina kurd bi destê kurd şermezar dikin û bang li aqilmendên Pyd dikin: wek çilo bûyera Basot û Birc Evdalo ne di berjewendiya gelê kurd de ye, her wiha ne di berjewendiya we jî de ye, êdî kiryarên wiha rawestînin, dubare nekin û li dengê dilê gelê xwe guhadrî bikin,
kesî we tune ji miletê we pêve, kiryarên wiha we ji doz û gelê we dûr dixînin, bihêlin xelk azad bijîn, xwe biparêzin û bêhna azadiyê bikin, bila xelk reşbîn nebin, bila koçber nebin û bila hûn nebin tawanbar û sedema birakujî û perçebûna kurdan, nebin mîna partiyên şimûlî û diktator, miletê xwe biparzin, û ji xwe bipirsin: kê em li ser serê milet danîne berpirsyar?
 ‘’Me me got got ta li me qetya bot’’, jixwe mû bi zimanê me ve şîn hat ji gilî û gazinan, lê tu ji kêre dibêjî. Me gelek caran nivîsandiye û gazina xwe ragihandiye ku: eger wiha berdewam bike, bêşek birakujî pêk tê.
Em Encûmena Niştimanî û Desteya Bilind berpirsyar di ber kuştina kurdan bi destê kurdan de dibînin, û ji wan re dibêjin: eger hûn dixwazin kiryarên wiha dubare nebin, ji kirasê xwe yê kev û rizyayî û ne di asta şoreşê de derkevin. Yan bikevin dawa jinên xwe û bêjin çîz an nebêjin em nûnertiya gelê kurd li Rojava dikin.
Rastî li ser xakê mîna ava zelal e, her kes xwe têre dibîne, û bi kevirekî û duduwan girik nabe, êdî bila Pyd, Ypg, Enks û Desteya Bilind bizanibin ku ew in sedema têkçûn, reşbîn, û rewşa ku kurd li Rojava têde ne.
Bijî yekîtiya gelê kurd
Bijî 12ê adarê

12ê adarê 2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…