June 1, 2012

Hozan Girkunde

li te digerim
mişixtî me penaberim
li nêv mija şevên
tarîde.

Li beybana sêwî
Û xalîde
Li te digerim
Li çola te me
Sarim di lerizim
Bê ser û berim.
Li te digerim
Li wêneyên
Nîgaşên xewnan de
Di paxila kolan
Û peyvan de
Di damarên razên
Helbestan de
ji bona te
xweş perwerim.
Ji bona te alavim
An mehderim.
Li te digerim
Mîna sitêra
Dil darê asîmanê
Vîna te me
Mîna hêviyeke
Birîndar bendewarê
Dîdarîya te…

Di vê dema ku rewşa welat gelekî xerab diçe û dem ji mere nîne ku em karibin bîna sira bayekî evînî bîn bikin?!. Ez van herdû helbestan weke bêhnvedana şoreşvanekî ji were pêşkêş dikim?!.
Lewend Dalînî

1. Mêkewa Min

Çi cara ku
Çavên dîlberê diketin,
Ber nîşana Tifinga
Min !
Dilê Min
Kor dibû!!!!!????

Û çi cara dilê dîlberê
Di kete ber qefta
Rima min!
Rim
Kuh…