March 10, 2012

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

parêzgerê zimanê kurdî mamoste Rezoyê Osê:
koçkirina te ya bi lez û bez ewqas bê merwet hat, ewqas bê bextî li me kir çerxa felekê dema êş û jan bi bêbextî derbasî cendikê te yê pak û xwesewîst kir.
Li bîra te tê dema tu û çend hevalên nivîskar û helbestvan bûyîn mêvanê Dêrika Hemko,…

Nizar Yosif

Hinermendê ku li ser têlên netewê û derd û xwestekên mirovayî lehîstî, bûyî dengê hejar û perîşanên vî welatî. Bi alava xwe ya hinerî, kariye evîneke li hevhatî di navbera herduyan de (netew û mirov) bihone. Bûye pêşengek sereke, kanî û robarên hestên germ li hev gihandine, di gotin û awazan de, di…

Xûşkên hêja .Dayîkên dilovan .Keçên şoreşger û qehreman.Cejna we pîroz bê,bi taybetî cejna dayîkên şehîdan.Bi navê Hevrêziya Keça Kurd Li Dêrikê,em xêrhatina we dikin.Hersal wekî vî demî (8) avdarê,gel û miletên serbest li cîhanê ,şahiya bi vê cejnê saz dikin, û cejna jinê pîroz dikin.
Lê mixabin,îsal em ji alîkî ve,dilkul û xemgînin,ji ber kuştin,girtin û…