Gotina Hevrêziya Keça Kurd Li Dêrikê di cejna jinê de

Xûşkên hêja .
Dayîkên dilovan .
Keçên şoreşger û qehreman.
Cejna we pîroz bê,bi taybetî cejna dayîkên şehîdan.
Bi navê Hevrêziya Keça Kurd Li Dêrikê,em xêrhatina we dikin.
Hersal wekî vî demî (8) avdarê,gel û miletên serbest li cîhanê ,şahiya bi vê cejnê saz dikin, û cejna jinê pîroz dikin.
Lê mixabin,îsal em ji alîkî ve,dilkul û xemgînin,ji ber kuştin,girtin û karên hovane yên ku rijêma sitemkar di derheqa gelê Sûriyê û şoreşa wî de dikê.
 û ji aliyê dî ve,em şad û dilgeşin ji ber îro derfeteka zêrîn ji gelê me re peyda bûye û gelê me ber bi azadî û rizgariyê ve diçê,wê bi vîna xwe mafê xwe destnîşan bikê.em hêvîdarin ji xwedayê mezin û dilovan ,ku xweşî û azadiyê,nêzîk di ser gelê me de bibarînê.

Ey keça kurd serfiraz be,tu xwendevan û helbestvanî,tu xebatkar û welat parêzî,tu kebaniya male û mamostayî,tu dayîka lehing û şêrayî,dayîka şehîd û mêxasayî.hebûna milet di hêz û hebûna we de ye,hişyarkirina te pêşketine ji xebata milet re,welat bê te qelis û kême,rise tevna welêt sist û xave.bi kar û xebata xwe tu neayî nîv mirov,tu nemayî nezan û hov.

Wek tê gotin(( jin nîvê civakê ye û bindara nîvê dî ye.))

Ji ber wê jî,rêya kar û xebatê bernede û cihê xwe bi merd û mêranî li ser wê rêyê bigire,kerwanê xebatê bişopîne.herdem azad û serbilind be,mafê xwe di bîr û ramanên xwe de saz bike û bi xurtî bixwaze,dilşad bibe,îro cejna teye,lê rojên bê daweta azadiyêye,serkeftina şoreşêye.

-Bijî xebata keça kurd.-
-Bijî rêbaza Barzaniyê nemir.
-Serkeftin ji şoreşa gelê Sûriyê re.
Sipas ji guhdariya we re.

Hevrêziya Keça Kurd Li Dêrikê

Dêrika Hemo : 8/3/2012
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…