October 2011


Mihemed Ebdê

Bi mêranî ti çû gornê * * * * te ev digot tim û her cara
Bi serbilindî tim tû dijî * * * * eyî gelemê çevên neyara
Mêranî nayê kirîn ti cerî * * * * ti bû sernav ji mêrara
Sal bûrendin di zindenê * * * * ti hat û te got ez,…

Ji baweriya ku Mişel Temo pakrewanê şoreşa Sûriyê ye û rêzgirtin ji helwestên wî yên niştimanî û xebata wî di ber mafê gelê kurd di Sûriyê de û piştigiriya wî ji şoreşa azadî û rûmetê re û herweha beşdarbûna wî di hemû çalakiyên li dijî rêcîmê, li derve û hundur, em şîniya Pakrewan Mişell Temo lidar dixin.
Amadekarê…

Îbrahjîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Siyasetvanê rewşenbîr ê navdar û Berdevikê (Peyvdarê) Şepola (Tevgera) Pêşeroja Kurdî li Sûriyeyê û endamê Encumana Niştimanî ya Sûriyeyê Mîşel Temo, di 7ê Cotmeh a (October a) 2011-an de ber bi êvarê li bajarê Qamişlo, li mala dostekî xwe dema ku beşdarî civîna tevgera xwe bibû encama êrişek tarî û bê wîcdan…

Semînerek giring li ser pêşketinên siyasî yên li Suriyê, rewş û rola Kurda ya niha û pêşerojê li Stockholmê pêk tê. Siyasetvan Omer Şêxmus û nivîskar û ji organîzasyona Encumenê Kurdên Suriyê li Swêd Dr. Ebdulbasid Seyda ku li ser pirsê pirspor in dê reng bidin semînerê, biaxifin.
Semîner ji aliyê Navenda Çandî ya Kurdistan…

Serkird û layîngirên Şepêla Pêşeroja kurd Li Sûriyê .
Malbata xebatkar û siyasetmedarê kurd Mişel Temo.

Bi êş û janeka mezin me xebera terorkirina têkoşer û çalakvanê kurdê navdar Mişel Temo bihîst. bi rastî em pir ketin di xem û kovana vî xebatkar û ronakbîrê xwîngerim û peyvxweş de û çûna wî netenê zirare ji malbat û…

Helîm Yûsiv

Sal 1984 bû. Berpirsiyarê partiya hevgirtina gelê Kurd li Sûriyê yê Amûdê Mecîdê Heneş, -berî çend salan çû ber dilovaniya Xwedê- piştî qedandina civîna koma partiyê, zerfeke girtî û komeke belavok dane min. Ji min xwest ku ez vê postê bigihînim berpirsiyarê partiyê yê Dirbêsiyê ku dora bîst û şeş kîlometran dûrî Amûdê…

Qado Şêrîn

Of of, em kurd çi guneh û perîşan in. Kî tê bi çarenûsa me dilîze, û em fêr nabin, dersan ji dîrokê nagrin û li dûv berjewendiyên xwe yan ên partî û serok û merokan diçin. Ew kî ye yê ku qedera me ya reş daniye ku gotina me nebe yek, ji hev…

Wekî tê zanîn ax û netewa me dibin êrîş û tûnekirina dagirkerên Kurdistanê de ye. Ew yeka ji bo hemî parçên Kurdistan, destkeftîyên Kurdan, Partî û dahatuya Kurdan bi xwe re xeterên mezin tîne…
Di rewşa îro de hezên netewî yê Kurd jî ketinê rêya dîyalog û hevhatineke baş. Gelê Kurd jî bi tevayî…

Rêzdaran serwer û endamên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê.
Yekîtiya Hevrêziyên Ciwanên kurd li Sûriyê.
Malbata têkoşerê kurdê navdar Mişel Temo.
Bi dilekê kul û kovan me nûçeya terorkirina xebatkar û ronakbîrê kurdê navdar Mişel Temo bihîst.
Bi rastî evê rûdana giran û diltevzîn em ji nişkî ve hejandin û birîneka kûr di kovanê dilê me de vekir.

me serkirdê…

Besam Mistefa

Mêrxaso!
Li esmanên sahî bûyî stêrkek
Li deşta Sirûcê
Li qeraxa çemê Efrînê
Li Dêrik, li Qamişloka birîndar û Amûda şewatan..

Bûyî gulek!
Bi xwînê, xwîna xweyî sor û çirûskdar
Xwîna xweyî bi hilm û germ
Di dilan de, te nexşeyek kola!
Te bi xwîna xwe ya mezin
Xewneke mezin
Hêviyeke mezin
Sozeke mezin da me û te bar kir…
Û…
Tu li esmanên sahî bûyî stêrkek.