October 2011

Him Omar

Ba serê me sax be
Lê dilê me şa be
Hêviya me heye
Serkeftin a me ye

Ew dê rabe rabe
Roj an mehek mabe
Vîna gel biryar e
Ji demê re hişyar e

Ba serê me sax be, şehîd çûn ji nav me yekcar
Lê li bîra me mane, weku şêrên nirxdar
Şev û roj digotin me, de dest bi dest em rabin
Mîna…

EHMED QASIM
Pêncî sale partiyên kurdî berxwedidin li beramberî rêjîmekî necadperest bi şêwakî siyasî û haştiyane, bo bidestxistina mafên netewî û bi dawî anîna setemkariya rêjîmê li ser xelkê kurd li sûrî. Di vî pêncî salîda rêjîma sûrî yek gavê bi paşda neçûye, û setemkarî li ser kurdan kêm nekirîye, tevî ku çavên xwe…

Heyder Omer

Gava metirsî û belayên mezin gef û guran didin miletan û hebûna wan dixin ber dava dagîrkirin û pişaftinê, û gava zordariya polîtîkî û civakî hêzdar dibe, û hemî awayên azadiya gel dorpêç dike, û xwediyên peyva azad, çi helbestvan bin, û çi jî nivîsevan û ramanbîr bin, bi kotekî neçareyî bêdengiyê…

Em vê yekşemê, 30.10. 2010 bi helkeftina salvegera koçkirina seydayê Cegerxwîn „ Roja helbesta kurdî li derve“ lidardixînin. Bi navê komîta amadekar, em vê vexwendinê ji we re birêdikin.Navnîşan û dem:Komela Hêlîn. Werder Str.13, 45138 EssenDem: Katjimêr:13:00

Bi beşdarbûna we, em ê kêfxweş bibin.
Wê salona cihê çalakiyê bi tabloyên hunerî yên şêwekar Cîhan Ibrahîm bê xemilandin,…

Xelîl kal

Eger mirovekî yan jî komek ji mirvan xwe dîtin bê berhem , windane û şexsîyet , nikarin xwe birêvebibin û bê rêzin .li gorî pêwistiyên jiyana sirûştî û hoyên hebûna xwe nikare xwe biparêze ,wê demê zanibe ku ew koma mirovan bê rêvebiriye yan jî di aloziyê deye .bi kurtî em dikarin…


Qadir Egîd

Awirên wî, careke dî bi laşê wê ve hilperikîn , li ser sînga wê; qada cengan Sist bûn. Gotinan, careke dî xwe li ser lêvan kuştin.
dema dîmena herikandina laşê nazik di nav tiliyên wî de xwe li ser hişê wî perixand, Pêlin ji xemgîniyê xwe girtin ser dilê wî…
Rondikek windayî da hev,…

Heyder Omer

Du bizavên balkêş di vê dema nazik de li Sûriyê deng vedane; yek jê kongira niştimanî kurdî ye, ku piraniya partiyên kurd li Sûriyê tevdigerin ku vê kongirê girêndin, da bi yek helwest û biryarê li gel rikberiya sûrî têkildar bibin.
Dêmek sernûse û armanca kongirê ew e, ku rê li ber perçebûna…


Şêrzad Zeynelabidîn


Xewin nîne bibîn dewlet , ka hizra xo tu veke
Kar bike bo serxwebûnê , ya dujmin dibêt wê neke

Kesê mafê xo bihêlît , dê riswabîtin li dinê
Dujmin dê pê ket trana , paşî dê hêlît bi tinê

Tu biray nede bibîyanî , bo paryek nanê genê
Dê te şot wekî simaqê , paşî dê bi te…

Daner: Mehmûd Badilî

Azadî berî ku pêdiviyeke civakî be, pêdiviyeke kesayetî ye, her kesek azad û serbest xwedê dide, îca divê ku azad jî bijî û jiyaneke xweş û şad û şêrîn biborîne, ji ber vê yekê, em dişopînin ku herdem li ser dirêjahiya dîrokê û ji kevn ve, kêferat di navbera kes û civakê,…

Arşevê Oskan

Di sala 1903 an de, bi navê Şêxmûsê Hesen, kurê Mihemed kurê Mehmûd, li gundê Hesarê li bakurê kurdistanê, seyda û mamosteyê gelê Kurd, nûnerê hest û ramanên gel li wir ronahî dîtiye û çavên xwe li jiyaneke tije kul û derd û keser vekiriye, mîna hemû zaniyar û gelperwerên bi rûmet. Geh bi…