EHMED QASIMLi kêlek rêzên partiyan bi sedan, eger ne bi hezaran kesbin, çalakvanên serbixwe peydabûne li dirêjîya temenê tevgera kurdî: nivîskar, rojnemevan, hûnermend, helbestvan, lêkolîn û lêgervan, olmend û êlmend,rewşenbîr û dîrkzan û Hwd… bi tevayî evana bingehekî dewlemend ji tevgera kurdîra peyda kirin, û pergalekî stûr ji binyada xebatêra rêsandin û hûnandin. Li hêlekê ev dewlemendiya han bûye bandorekî parêzer û çavdêrekî şiyarmend li ser berdewamiya xebata tevger û partiyên wê, û li hêleke dinjî bargiranîyek rastî avêtine ser erkên berpirsên partiyan. Ji ber ku partî fêrî çavdêrîyê nebûne, û giringiya rexnedarî li pêş xwe nedîtine, her wehajî, li beramberî pirsyarî û rexneyan şer û nakokî peyda dibin, ji aloziya zanyarî û perwerdî jî, derz û perçebûn dikevê nava partiyan, li şûn yekrêzî û hevbendîyê.
Rastiya din ewe ku, ber li pêş rêjîmê fere bûye, pêwistiya wê bi alîkariya hin nûkerên di nava partiyande çêdibe, û wan nûkeran dikine dewrê bo rolekî nûkerî di nava tevgerêda bilîzin û nûçeyan bighînin dezgeyên parastinên rêjîmê, li gor wan nûçeyanjî rêjîm pîlanên xwe didozînê û dîsa bona bicîanîna pîlanan, her nûkerên xwe dixinê dewrê, û bi hawakî zanyarî bilokên me yek li du yekê hldiweşin bê ku partiyên me kanibin ji bin bandora pîlanên rêjîmê derkevin, û biryara xweser şopa xwe bistînê. Gumana min ewe ku, pirkên serhildana sûrî bi xurtî xwe davêje ser hiş û balên rêzên partiyan, di demekêda, ku hêza parastinên rêjîme gihiştiye alozîyeke pir tenik, û derfeteke baş peydabûye bo partiyên me xwe ji bin bandora rêjîmê derxînin û biryarên xweser bigrin ji bo rêka serketinê di van rojên awarteda.
Biryara girêdana kongireya niştîmanî pêwiste bi biryareke xweser û azad, da ku berhemên bi sûd jê werin girtin. Bi van şêweyên radikal û partperest qet em naghên encamên bi sûd, û heryek zanê ku heta careke din kongireyeke din werê li darxistin dîsa deh sal têda dicing. Yanî tê wê babetê ku, bi vî awayî xebatê hin dixwazin kongire bisernekevê, û beravêtî bibê. Eger bi vî şêweyî ev kongire bi rêva biçe, kî çi dibêje bila ê xwe bibêje, lê rastiya wê ewe ku ev kongire di bin bandora parastina rêjîmêda bi rêva dice û ti sûda miletê kurd têda tune, eger zirarê nedê.
Li vê şopandinê pirsa herî giring ewe: kî berpirse ji ber mafên kurdva, û kî dikanê nûnertiya pirsa kurd bikê di wexteke ku tevgera kurdî ne liserheve û nejî serbixweye di biryarên xweda. Ne bi çûk, û nejî mezintirîn hêz bi vî şêweyî nikanin di rewayetiya gelêrî veçînin û bibne nûnerê rewayê pirsa kurdî. Di virda disa rastiya pirsê xwe didê pêş bi rengekî rewa, ku nûnera pirsa kurdî, nêrînin azad û pirsa xweser û çalakiyên çalakvanên li ser şiqam û nav kolanan, evin yên xwedî pirs û rewayê xelkê xwene, ne yên daran dixine ber dolabên tevgerê ji bo bercewendiyên xwe û hevparên bazirgan.
24102011

Şîrove (0)