October 9, 2011

Mehmûd Badilî
(ji rewanê Miş`el Temo re)

çipeçipa xwîna te
bi ser mermerê
dilê min yê xemgîn de
valahî ji tîna navê te vêxist
pê re rewanê min yê vemirî.
şikestim..

di pêlên bêhna teyî koçber de
vêketim..
jan û şoreş
di pêjna kuştina te de.
birînên te rapelikîn damarên min
tiliyên min ji min ketin
û hêsirê min bi xwîna te re
qîriya.
hejiya dil..
û gund û bajarên te
pijiqîn…

Nizar Yosif

Gotin pijandin raxistin
Azadî ji tirs ê welidand
Agir bi dudiliyê de kir
Zindan ji coş ê leriz î
Doz herikî

Balav ên kûtî bûyîn bi dilya xwe şûştin
Ber ê Karwan bi duristî veguherand
Bi dilêr î hêrs herikî
Golên rût
Kevirên bê deng
Dilopên şil berdane ser
Ji rûk ê bê deng tav ê veda
Reşik…

Heyder Omer

Xotrên kurd!
Hêviya hêviyên min!
Diwaroja welatê min ji çavên we çîk dide.
Min bibor in, min ev banga we ji bo vê nivîsa xwe; ya ku ji rêberên Kurd re dinivîsim, kiriye sernav.
Gelo, ev xortan pê haydar bûn, ku xaçerêka kuştinê gîhaye ber deriyên malên Kurd! Gelo ew pê haydar bûn, ku pêrçemokên…

Piştî ku roja 08.09.2011-ê hewildana terorkirin û jinavbirina siyastvanê kurd Meşel Temo, Berdevkê Fermî ya Şepola Pêşerojê ya Kurd, ji aliyê rêjîma şoven û totalîter ve bi ser ne ket, îro, 07.10.2011, li Qamişlo di encama êrişeke terorane de rêzdar Meşel Temo jiyana xwe ji dest de û tevlî karwanên şehîdan bû. Bi ser…