August 2011

Berzo Mehmûd

Pêşekî

Miletên cîhanê her yek bi ziman û wêje û rewşenbîriya xwe tê naskirin û tê cudakirin, lewre jî em dibêjin wêjeya Ingilîzî, yan wêjeya Frensî, yan wêjeya Erebî yan ya Turkî ….tad. Wilo jî gava em navê Şakispîr tênin ziman, şanoya Hamlêt û Romiyo Cûliyêt …tad. tê bîra mirov. Wilo jî gava em…

Ebdulbaqî Huseynî

Di diyalogê de a ku bi Başar Alassad re ji layê telefizîna rêjîma Sûryê ve hate kirin, ”Serokê welat” di axaftina xwe de, da xuyanî, ku hîn di guhê gê de ye. Eve şeş mehin ku gelê Sûriyê bi hemî netewên xwe ve xwepêşandanan dikin, ji bo azadiyê, dîmoqrasiyê û rûxandina rêjîma Baas…

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî li Selahedînê di hevpeyvîneka eksklusîv de ji Nefelê re got divêt li Tirkiyeyê BDP û kurd şerê xwe li Parlamentoya Tirkiyeyê bikin û got şerê ko PKK jî dike xizmeta doza miletê kurd nake. Mesûd Barzanî got konferansa kurdistanî jî di van şertan de çênabe û ji bo Sûriyeyê jî…

Melevan Resûl

Ev hevok bi kotekî ji devê min derket , xwezî min negota , lê xuyaye ku ji niha û pêve ev hevokê dê bibe sirûda netewî li ser devê zar û zêçên me were gotin .
Ji berya 5 mehan û vir ve welatê me , bi taybet cada Erebî dikele û pijiqandina wê…

Mehmûd Badilî

bi çavekî şil
kulîlkên destê we
li peravê rewanê xwe av didim
û bi dilekî kul

şemalên dengê we
li kolanên xewnxur vêdixim
û bê pişt û mil
bargiraniyên xewnên we
li ser maseya sipîdeyê rêdixim.
va ez li nav we me
û di nav we de
zendên xwe ji we re dikim rê
û ji azadiyê re jehên nû li ser çê dikim.

Arjen Arî

Gelo, serdema ku nivîskar û rewşenbîrén qewmé jérdest, én ku waré wan parî parî, axa wan bi postalén reş û paletén tenqén* rûhebeş her bihust wekî qajik té cûtin; daqulî qevirekî bibin û di dagirkerén xwe werbikin, li paş ma?
Wan rojén ku zarokén keviravéj ji ber téwerkirina kevirekî di siwareya polisan, ji héla…

Diyarî bo siyasî û rewşenbîrên Kurd. Ev helbest bi awakî galtebêj hatiye hûnandin, bi hêvî me hûn, herdû alî, dilê xwe negirin.

Beyar Umer

I
Yaho, yaho, ev kî ne?!!
Yek saxlem e, sê kurmî ne.
Do bêbext in, çar kovî ne,
Partîzanên kurdewarî ne.

Yaho, yaho, ev kî ne?
Yazde partiyên kurdî ne,
Partiyên kurdê Sûrî ne,
Ne yazde ne, sed serî ne.

Yaho…

Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl.
Çavdêriya zimanî: Mustefa Reşîd

Di çarçewa cîhanî da:
Di havîna sala 1967-an da, ez lê hay bûm, ku welatê Cezayir mamosteyên dibistanên seretayî daxwaz dike. Tevî ku min bawer nedikir ezê werim pejirandin, min dît a baştir ewe, ku ez vê keysê ji dest xwe bernedim, lewra min bi lez belgeyên xwe xistin…

Ciwan Dêrikî

Dema cenga cîhanê ya yekemîn , ku împeratoriya osmanî qels û lewaz ket , miletan serî hildan û li kesatiya xwe ya neteweyî pirsîn , û paşî jî serbixwe bûn .ew dem derfetek zêrînî bû ji kurdan re jî . lê kurd ne amade bûn , bê rêxistin û bê hêz bûn ….

Konê Reş

– 1 –
Hin bi hin germê pişta sermê dişkenand, serme ji ber germê bi paş de vedigeriya û di şûn de germê cihê xwe dadigirt. Tîrêjên roka xwe a zêrîn bi ser asoyê vî bajarê xemgîn de berdida… Ev bajarê ku ji dûr ve wek benderekê, di nav du deryayên şîn de…