Rezo Osê Kurdîzan û Ronakbîr û Folklornas Çil sal ji bizavê di xwendin û nivîsîna Kurdî – Xeleka yekê-

Berzo Mehmûd

Pêşekî

Miletên cîhanê her yek bi ziman û wêje û rewşenbîriya xwe tê naskirin û tê cudakirin, lewre jî em dibêjin wêjeya Ingilîzî, yan wêjeya Frensî, yan wêjeya Erebî yan ya Turkî ….tad. Wilo jî gava em navê Şakispîr tênin ziman, şanoya Hamlêt û Romiyo Cûliyêt …tad. tê bîra mirov. Wilo jî gava em diçine nav wêjeya Erebî, navê hin nivîser û biwêjên bilîmet tê bîra me, wek Nîzar Qebanî, Necîb Mehfûz , û gelekên dîtir.
Wusa jî Nazim Hikmet û Ezîz nesîn  di wêje û keltûra Turkî de tê bîra me. Helbet li nik Kurdan jî mirovên wek Ehmedê Xanî û Cizîrî û Nalî û Cegerxwîn û Şêrko Bêkes û Bedixanî jî tên bîra me. Inca em dixwazin wê yekê bêjin ku hin mirovine behrewer ev wêje drust kirine, ne ku ji xwe re şîn hatiye, her divê kesin vî tovê han li vê zeviyê bireşênin da ku şîn werê. Em dixwazin bigihin wê yekê ku rewşenbîrên miletan di avûhewayeke xweş de hîmê wêje û keleporê xwe danîne, û bi berhemên van mirovan ala wêjeya xwe bilind kiriye, û hatiye naskirin, ango mirov xwe b xwe nasnameya xwe çêdikê. Ji ber vê yekê em li vir kom bûne ku em ne tenê qedir û qîmetekî bidin mirovekî ku jiyana xwe hemî terxan kiribû bo vê dozê, lêbelê bo ku em îro roniyê bavêjin ser wan berhemên ku vî camêrî bo me gihandiye.     

Rola ziman di avakirina berhemên wêje de gelek giring e, nemaze di danîna helbest û çîrok û roman û şano û gotar û nivîsar û di hemî aliyê zanyarî û jiyanê de. Mirov di riya ziman de danûstandinê bi xelkê re drust dikê, di riya ziman de em helbestan ji çîrokan cuda dikin, ku ew jî awayê hûnandinê ye, awayê teknîk û endezeyariya nivîsînê ye ya ku van berheman ava dikê. Ji ber ku têkist çi helbestî bê û çi çîrokbêjî bê, û çi şanogerî bê, her endeze û teknîka ziman û pêkhênerên bunyatgerî yên berhemên wêje ew e ku nivîser pêve girê didê. Ya dîtir jî Çawa nîgarkêş rengan bi awakî taybetî bikar tênê ku karîgerî û kartêkirinekê li nik xwêner drust bikê, wilo jî nivîser di hemî buwarên wêje û nivîsînê de hewl didê ku têkista xwe bi zimanekî rewan û pakij û sazkar bihûnê ku xwendevan bi ser xwe de bikşênê. Helbet ev ziman, ango xurtiya zimanê wêje li ser hin hîmên serekî radiwestê ku ew jî ev in:
1.  Ristesazî hûnandina kurdî ye di binyata ristê de û dûr ji awayên zimanên biyanî, nemaze yê Erebî sebaret kurdên Sûrî 
2.  Peyvnasî zengîniya peyvên kurdî ye, bi taybetî di zarê kurmancî de
3.  Idyim
4.  Kelepor wekû dewlemendî û saman
5.  nûjenî bi awakî zanyarî
Berî her tiştî em hatine vê civatê bi mebest û hêvîya ku em bikarin findekê pêbixin, û roniyê bavêjin ser kar û xebata mirovekî ku temenê xwe di xizmeta ziman û wêjeya xwe de bûrandiye. Wek têbîniyekê jî hate bîra min, dixwazim vê yekê di vê helkeftinê de hişkere bikim: Em wek nivîser û rewşenbîr li ser berhemên hevalê xwe ranawestin ta ku ji nav me bar dikê, ji nû em bi lez û bez têne li nivîsarên wî digerin û ji nû ve dixwênin. Ez vê yekê dibêjim û ez berî herkesî rexnê li xwe digirim ku wek min piştî çûna Rezo ez li berhemên wî ji nû vegeriyam, ne ku min berê nexwendibû, lê ew xwendina minî berê li dema ku ew bi me re bû xwendineke serasera bû, bê ku em bi kûratî û bi hûrbînî bixwênin, û bi çavekî rexneyî lê bipirsin. Di gel ku Rezo bi xwe ev daxwaz ji me dikir ku em nerîna xwe di nivîsîn û baweriyên wî de bidin. Xaleke dîtirî balkêş li nik rewşenbîr û nivîserên Kurdê Sûrî heye, ew jî ew e: Dema em berhemên hevdû dinerxênin, em tenê xirabiya dibînin, em başiya nabînin, lê di mirina nivîser  de em başiya tenê dibînin û dibêjin. Ez dixwazim bêjim ku ya pêwîst em başiya nivîsîn û berheman di jiyan û saxiyê de bibînin û bêjin û li ser binivîsênin. Nizanim saykolojiya me kurdan vê yekê wilo dibînê yan ev tiştekî siruştî ye û li nik herkesî heye?
Kak Rezo yek ji wan xemxwerê ziman û wêjeya Kurdî bû, û her dem amade bû ku demekî bêsînor di vî warî de baxêvê û bîr û baweriyên xwe têde ronî bikê bi mebesta geşekirina pêta keltora Kurdî. Rezo  yek ji wan kesa bû, ku hiş û sewdanê wî pirtir di yek xelekê de digeriye, ku ew jî warê nivîsîn û axaftin û bizava rewşenbîriya Kurdî bû û rojekê jî xwe ji vê xebatê dûr nekiriye, çendî ku barê jiyanê giran e, û mirov naçar e guh bidê mala xwe.
Kak Rezo di zarê kurmancî de bi awakî serekî ji xwe re samanekî rengîn ji peyvên resen ya ku ji folkilor derdikevê ava kiribû, û têde zîrek û  pehlewanekî bêrawestan bû, û te çilo tavêt ser lingê xwe disekinî. Rezo ji wan kesê ku ji xwe bawermend û xudan nerîn bû. Li xwe nediniha bîr û rayên nivîserên dîtir bixê ya xwe, yan xwe bavêjê ser hespê xelkê. Rezo herçende raya xwe bi degelî digot çi rast çi şaş, lê hin car jî li nerînên xwe yên kevin vedigeriya, û li şaşiyên xwe mikur dihat û pêre dikenî. Ev rûçik bi xwe cihê rêzgirtinê ye, û rê li pêşiya mirovê xwenda hem fere dikê û hem jî rastî jêre nêzîk dibê. 
Di baweriya min de, hezkirin û evînî yek ji palnerên herî giring e bo pêşxistina mirov di warekî ji warên zanyarî de. Zanebûna mirovan di ziman de herçende ji dû xwendin û lêgeran û bizavê tê, lê ya herî xurt têde ew semax û hedara mirov e ku li ser vê rêçê berdewam bê, bi armanca hem xwe pêşve bixê, hem jî xwendevanê xwe jî bi xwe re pêşbixê ku berhemekî nû û hêja bidê. Kak Rezo jî di vê çarçoveyê de xwe didît, û jiyana xwe ya rojane jî xistibû gorî vê rêçê. Rezo dikarî bi hesanî bikevê warekî dîtir de, lê vîn û agirê evîna ziman di dilê wî de herdem gur dibû, û nedihişt jê dûr bibê.
Di vê gotarê de ezê hewl bidim Rezo ji çend aliyan ve bidim naskirin, û bihayê berhemên wî bi xwendevanan bidim zanîn ku têkista Rezo giringiyekê di cîhana nivîsîna Kurdî werdigirê, ev jî bi hoya drustî û saxlemiya avahiya ristesaziya zimanê Rezo ji ber ku em îro xwe di nav gelşeke mezin ji têkistên xwehr û nedrust de dibînin, ku ev pirose tovê xweherî û nedrustîyê diçênê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…