November 2010

Yek ji erkên komela me ye ku em xwedî li hemû çalakî û taybetmendiyên civaka xwe xwedî derkevin û wan vejînin. Wek me daye pêşiya xwe em ê 50 saliya şewata sînemeya Amûdê wek mezintirîn komkujiya zarokên kurd li seranserê cîhanê tê naskirin bi wer e vejînin. Bi kuştina 283 zarokan kuştina nifşekî ji…

Di 31.10.10 an de, şeveke ne jibîrkirî li darxistin. Bi sedan kes ji civaka kurdên herêma ku komele lê ye û her deverî Almanya û hem jî ji Europa. Bi coşeke mezin tev li şahiya komelê bûn.Bi sirûda netewî şevê dest pê kir ji aliyê Hunermend Ronîcan û koma Roj ya folklorî û pişt re…

Seydayê Tîrêj

Şermola hejar li rûyên erdan
Wey war û cihê xeman û derdan

Rabe vê sibê xwe reş girêde
Karwanekî boş va tê ji rê de

Karwanekî bi hêl û mêl û nîşan
Va tête ji Amûda perîşan

Ne koçer in ew , ne warguhêz in
Westa ne li pêy hev , ew bi rêz in

Nêzîk in ne dûr in…

Konê Reş

Şîreta min a pêşîn ji gelê Kurd re ku guhdarî zimanê xwe bin, pê bixwînin û binvîsînin.. Gerek em ji ziman û netewa xwe şerm û fedî nekin.. Zimanê me, zimanekî şêrîm û bedew e, ne kêmî zimanê cîranên me ye..
Rehmetî, her dem ev gotin ji serdançiyên xwe re digot…..

Bi helkefta wexirkirina serokê pêşî yê partiya demuqrata kurd li sûriyê (elpartî) birêz Dehamê Mîro, çend birûsk û nameyê sersaxiyê bi zimanê kurdî gihiştine malpera welatê me ,

em li vir deqê beşekî ji wan belavdikin :
——–
Pirsnameya rihmetî Hec Diham Mîro
Ji bo tevahiya gelê kurd li her aliyên welat û cîhan
Ji bo skretêrê Partiya Demokrat a…

Dilawerê ZENGÎ

Kî serok û rêber e?
Bavê Şiyar serwer e
Taca zêrîn li ser e
Kes nîne li hember e
Tev de bêjin: Namirî
Pêşewa û serwerî
Him serok û rêberî
Namirî tu namirî

Qehreman û rêzan î
Perwer û torevanî
Rêça xebatê danî
Wek serokê Barzanî
Kêr nekir zilm û zorê
Serbilind çûye gorê
Ala wî tim li jorê
Xort û keç tev li dorê
Bavê Şiyar zindî ye
Navê…

Li gor nûçeyeka malpera Yekîtîmedia ya li ser partiya yekîtî kurd li sûriyê, Iro sibehê zû li bajarê Qamishloyê, grupekê ji karkerên asayişa dewleta Sûrî girt ser mala birêz Fûad Alîko endamê Komîteya siyasî ya partîya Yekîtî ya Kurd li Sûrîyê û ew bi xwe re birin cihekî nuha nenas.Birêz Fûad Alîko di salên 90…

Nisrîn Ehmed

1
Dem şaş bû.
Narvîn bû.
Li ser vê xaka dil ziwa…
evînek awarte peydabû.
Berûvajî çîrokên evîniyê…
Dawî despêk bû!.
Peywanên zikreşiyê, serî rakirin.
Ji serdemê ve, li bendî me ne.
Were…
Em demeke nû biaferînin.
Asoyeke li gorî baskên evîna xwe bilind bikin.

2
Evîn e…
Buhişt nameyeke di têlê telefonê re tê.
Ku tu bibûrî…
Buhar wê bi lez li…