October 29, 2010

Hilbîn Mihed Baqir

Dîsan ez im ji mirina helibestekê dayik dibim ve dema biharê ji peşêmanyê pêve tiştek li dor xwe nehêlat, keriba baranê li serê me dibarî bayê kur şaxên daran tazî dikirin. Tizibên sofîyan diqetîyan murik vêkira dibun elem…

Tujî li ser singa min rizgar bibe
û di qeraxên çavên min de
Destpêka poşmanyê ye û
û naxwazim…

Bêwar Girpirî

Dîse weke her car
Roja min li ber dawî di kevê
Ji bo careke dî şev ser min azer bi bê
Banga êvarî bi sibê re di kenê
Xewn şiyar di bin ji xewnên xwe
Di pingirin mîna min
Şiyar û razayî timî xewn û xewnin

Dûmana tutina min
Di nav reşê de winda di be
Di kevê nav…

Ekrem tehlo

-av-
Tevî bê bêhn û renge
Bê ziman û
Zare,
Li gel herkesî dilyare,
Biraz û veşarên xwe
Tovê hebûnê
Didêre,
Biguş guş û xwim xwim
Strana jiyanê
Dinihêre.

-ax-
Diramim di rewşate de
Mat dimînim!!!
Çawa dikare
Hemû celebên mirova
Bi germayî hembêz bike..?
Tevî veşara
Hinavêwan.

-agir-
Wekî dêwekî
Birçî,
Ku nêçîreke qelew
Bibîne,
di beze….
Ji hev cudanake
Hişk û ter,
Dide berhev
Dar û ber…..
Tim birçiye
Her dibeze
Bê westan.


-ba-
Xwezî bi dilê te
Bê basik
Difire,
Dergehan derbasdike
Bê…

Salih Cefer

Dîsa wekî her car ketim nav xem û xeyalên xwe yên belav kirî
Di quncikên tarîde gerîyam
ku kel û pelên bîranînên xwe bidin hev

Matmayî mam
Bê bersîv mam
Li dora xwe gerîyam
Ev çi xwatirxwestinê
Ev çi koçkirine
Ev çi nişkavkirine
Lê dizanim
Her ku xewn û xeyalên min dûrî talan û bêmafîyê dikevin
Her ku dilê min ji xemgînîyê bêpar…