September 2010

Li gor biryar û dest nîşandina komîta ya karge rya YJK ê nûnêr û endamên rexistinê li hola hotela Nynäsham ê saet 9 ê spede civyan.Piştî ku taştîya sibehê li gel hev xarin !
Kongre bi beşdarîya 71 nûnêran ku ji 12 komeleyên jinan ji tevahîya Swêd hat vekirin û bi sûrida Ey Raqip rojev despekir.
Birevêbirên…


Axîn Mîrxan

Gelek caran
xwe di nav pûşên xewnan de didît
bayê bîranînan
bêndera wî di dêra
barkirinke ne ji dil
xwe li riwê wî dipêça

çirayên hevdîtinê dîsa şewq dan
û niha çav li demên derbasbûyî digerin
û xwezî bi sed xwezî
dîsa bi bilûra şivanekî keriyên bêrîkirinê zîvirîn
xendeya ku di wî wêneyî de wek xwe ma
ne hate guhertin …

Ez bi navê xwe û malbata xwe spasiya her kesê ku hatin serdana me an email û birûskname şandin yan jî telefon vekirin û şîniya me bi me re par ve kirin.spasiyek taybet ji bo medya û malperên kurdî ku ev nuçe belav kirin Hêvîdar im ku hûn û malbatên xwe rojên nexweş nebînin û herdem di jiyana xwe de dilgeş bin. Mirov…

Şêrzad Efrînî

Berî çend rojan min di hinek malperên kudî yên bi zimanê (erebî) tên weşandin di xwend li ser hunermendê bi nav û deng „ Şivan perwer ,, gotar bi xwe rexne bû lê pir gotinêd xerap û ne li gorî edebê anîbûn ziman li ser ,, Şivan perwer,,. Ji ber ku Şivan di…

Şevger

Ezim leşgerê her tim veşartî
Her di xizmeta gel û welat î
Ez tême sotin mîna mûmekê
Tim bi xebatim bo vî miletî …..

Ez na bêjim ax na westihim ez
Ta bimînim sax bo dozê me ez
Min heye semax bi rêbazim ez
şevgêrê civata xurtê jêhat î …
Kefenê min ser destê mine tim
Niştîman pêyva lêvê mine tim
Tîyê azadî yê me…

Ebdulmecîd El-Întîsar
Wergêr: Besam Mistefa

Pêşgotin
Mafên mirovan bi atmosfêra giştî ya vejandina çandê û nûjenkirina civakê ve girêdayî ye. Vejandin û nûjenkirin pêk nayên bê çespandina mafê fêrbûn, azadiya ra û nerînê, rêzgirtina nerîna cuda û misogerkirina prensîbên wekhevî û demokrasiyê, tevî parastina rûmeta mirov û bihêzkirina taybetmendiya lêborînê, yanî bê tekezkirina jêrzemîna giştî ya çanda…

Ev Kongre, bi serkêşiya Sendîqaya Nivîskarên Swêdî hatiye damezirandin û bi navê WALTIC hatiye binavkirin.
Kongreya WALTICê ji bo nivîskar, helbestvan û wergerên dinyayê bêne ba hevûdu û li ser gelşên zimanên kêmketî danûstendin bikin, hatiye damezirandin.
Cara pêşî kongre li Siwêdê bajarê Stockholmê di sala 2008an de hatiye çêkirin. Wê demê ji nivîskarên kurd tenê…

Deham Ebdulfettah

Ka em ê ji kû dest pê bikin …! Temenekî dirêj , jînenîgariyeke rengîn … û hişekî bîrewer û zelal , hemû buyer û bûyînên ku li dirêjahiya wî temenî qewimîne yan jî berguh bûne tê de amade û berdest in … !
Zincîrek ji bîranîn û bîreweriyên dîrokî di ber çavan re derbas…

Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

W: Mamoset ji salên heftiyan were cenabê we di nava cîhana nivîskartiyê de ye. Li ser deşta vê cîhanê we; cotkir, tov reşand, berhem wergirt û hêjî ev lebat, kar û bizava we berdewame. Gelo, ji encama van salan, hûn dikarin (bi kurtî be jî) behsa rewşa wêjeyê li rojavayê kurdistanê bikin,…

Lewend Dalînî

Diya Bêkes dixuyê ku qedandin li vî bajarî nemaye bavo? Ka fincanek qehwe vê sibehê bide min û peyre ezê bi ser sinceqê ve dagerim, ji dostekî, ji hevalekî yan jî mirovekî ku bi deynê xwe çend qureşekî bide min, bi hêvî me ku ez karibim kirya şandina van pirtûkên xwe bînim û…