Gotar

ÛSÊ HERSAN, DÎDEVANÊ SERDEMA XWE YÊ DAWÎ BÛ..!

Deham Ebdulfettah
 
Ka em ê ji kû dest pê bikin …! Temenekî dirêj , jînenîgariyeke rengîn … û hişekî bîrewer û zelal , hemû buyer û bûyînên ku li dirêjahiya wî temenî qewimîne yan jî berguh bûne tê de amade û berdest in … !

Zincîrek ji bîranîn û bîreweriyên dîrokî di ber çavan re derbas dibe … xelek li pey xelekê dikişe û dirêj dibe … dirê.. ê .. êj û qonaxên serdema kurdeweriya tozgirtî nîşan dike …! Her qonaxeke nîşankirî bi bazinekî sorxwîn hatiye dorpêçkirin û bi tilîkên dîdevanê vê serdema xwînî hatiye morkirin û wajokirin (imzekirin) …!
Di navbera ” Sêmitikê Newaf “û ” Amûda Şewitî ” de (95) caran ev Zemîn li dora rojê geriyaye (1915 – 2010) . Di her çend geran de qûçek hatiye rakirin û her qûçek bûye qonaxek ji qonaxên jînenîgariya dîdevanê vê serdema me ya wêran û sitimî … !
*                     *                        *
Pêşengên riya azadiyê , weku sitêrên ronîdayî di şevên Amûdê de tovên bîreweriyê diçandin . Li dora te bûn , heval û hogirên te bûn …tu jiwan bûyî û ew ji te bûn …! Hûn xwazyarên ronahiyê bûn , tu û hevrêyên xwe . (Mele Hesenê Hişyar , Reşîdê Kurd , Evdê Têlo , Osman Sebrî , Qedrî Can , Cegerxwîn , mihemed Elî Şiwêş, Ehmed Nafiz , Tîrêj û … ). Erê …! Hûn bûn evîndarên ronahiyê , xwazgînên rojê ..! we di tarîka şevên Amûdê de tovên ronahiyê diçandin …!!
Çiqas zor û zehmetî we kişand..! we çiqas azar , renc û rencorî daqurtand ..! çiqasî hûn di sermê de , di germê de , li çol û gundan ,tî û birşî şevder diman ..!
Rast , tu nexwendî bû , lê te ezmûna hemû hevalên xwe yên ronakbîr û xwendewer , di dilê xwe de meyandin . Tu bi textoran re yawir û birînpêç boyî , bi nivîskar û zanyaran re tu şagirt û guhdêr bûyî , bi ramyar û siyasiyan re tu ji wan bûyî ..! Di hemû qonaxên xebata welatperwerî de tu yek ji wan bûyî …! Di xweşiyê de , di reşiyê de tu yek ji wan bûyî …!
Ew pêşengên riya azadiyê tev çûn , koçkirin û çûn ..! Hebanên ezmûnên xwe vala kirin dilê te û çûn ..!
Erê , ew çûn û tu li pey wan , weku dîdevanê wê qonaxa dîrokî , mayî …!
Di çarçova wê qonaxê de , çi dihat pirsîn tu ji pirsê re amade bûyî …! Tu dîde û dîdevanê kes û bûyerên wê dema xwînî û qedexe bûyî …!
            *                     *                        *
Ez û tu , em (35) salan bi hev re , cînar bûn , dost bûn û heval bûn ..! Bi hev re em diçûn nêçîrê , diçûn seyrangehan û bi hev re em li şevbuhêkên siyasî û rewşenbîrî jî amade dibûn ..! Eger carekê nexweşiyek li mi peyda bibûya (nîvê şevê bûya jî) , tu û texturê xwe , hûn li ber sere min amade dibûn , we ez derman dikirim ..! tu ji min re bav û bira bûyî …!!
Van salên dawî gavên te kurt bûbûn , te nema xwe ji tarê berdida . Te her êvarê li zengilê mala min dida û tu li nik min rûdinişt ! pirs û bersivên te ne yên mirovekî (95) salî bûn . Hişê te , zimanê te , bîreweriya te ,yad û bîranînên te , tev çak û ciwan bûn ..! Te hemû bûyerên giring li cîhanê (nemaze yên bi Kurdan ve girêdayî) dişopandin ..!
Roja ( 24/ 8/2010) , dîsan wekî her roj , tu li cem min bûyî û bi wê germiya dilê xwe ya her car te pirsî :
–   De bêje lo : çi heye , çi tune ye
–  Ma wê çi hebe , Bavê Dara ?! Her tişt wek berê ye , tiştekî nû nîne …!!
–  Ma hikûmeta Îraqê çênebû , lihev nekirin ?!
–   Na , na ..!
–  Tu dibê rewşa me Kurdan wê çawan be ..?!
–  Baş e û wê baş be jî !!
–  …
Demjimêr bû nêzî (6) . Te hêz da xwe da ku tu rabî . Tiştek hat bîra te , te cihê xwe xweş kir û te got :
– De bêje , lo ..! Eger ez mirim tu yê min li kû veşêrî ?
– Li goristana Amûdê , li rex gora Diya Dara û keça te Gulê …!!
– Baş e …! Ma cî li wir heye ?!
– Erê , erê heye !!
Tu rabûyî ser xwe û tu çûyî ! … û cereke dî min dengê te nekir …!!
*                     *                        *
Beriya ku bigihêje mala xwe riya xwe bi cînarekî nexweş xist , çû serdana wî . Bi dengê topa rojiyê ( fitarê ) re gihişte malê . Şîva xwe xwar , nimêja xwe kir û çû ser textê xwe . Li ( hewşê ) xwe li ser nivînên xwe dirêj kir ..!
Nêzî demjimêr ( 9.45 ) qêrîn jê hat : Nûra , Nûra were …ez mirim …!
Keça wî Nûra pêve çû , .. Serê wî rast kir .. kir kixt – kixt …! Xwest tiştekî bibêje , devê xwe vekir da bibêje , lê – mirinê rê nedayê û negot …! Çavên xwe girtin û … tiştek negot …, negot û çû … !!
Gelek tişt ji me re gotin û gelek jî negotin , pêre çûn … û … negotin …! Xwest ku bibêje , lê negotin …!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…