June 2010


Demhat Dêrikî

1- TU NE HEZKIRINÎ
Min nedixwest ez wan peyvan di darbesta dilê xwe de hilgirim û ber bi goristana bîranîna ve bimeşim û goreke din ji kenderewînan re bikolim! Min nedixwest wan ramûsanên ser lêvan ku bûyîn çîroka xelkê bi kefenhestê xwe bipêçim û te radestî wê gorê bikim… lê çi bikim; awirên te, girnijîna…

Siyamend Brahîm

Piştî ku min der barî amedekirina bûka kovarên Kurdî ASO ya ku ez bi tena xwe li Sûryê derdixînim ,û hinek astengî ji min re derketin, ez mecbûr bûm ku berê xwe bidim paytexta azadiya raman û rewşenbîriyê Beyrûta qeşeng .
Em gihiştin Sînorê pola, ku li seranserî Welatê ku navê wê kirine Sûryê,…

Konê Reş

Belê, silavek wefadarî ji bîranîna Rewşen xanim Bedirxan re.. Rêzgirtin ji roja jidaikbûna wê re… Navtêdan ji jina kurd a hevçerx re ku li ser rêk û şopa wê bilive…
Rewşen Bedirxan; eva ku berî 101 salî di sirgûnê de, li Tirkiyê, bajarê Qeyserî(11/09/1909), çêbûye, di sirgûnê de, li Sûriyê, bajarê…

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Beşê Yekemîn:
Di kêlîka ku min çenteyê xwe yê seferê ji boyî rêvingî û rêwîtiya mijbar û ji boyî çarenûsa nenas a qedera xwe amade dikir, min hewl dida xewnên xwe yên birîndar, beravêtî û zorbaz jî di koşe û şaneyên giyanê xwe de, di cihine asê de, wek ku tembînameyên axê û miriyan…

Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se

Ji salên heştêyan ve çi kurdê ku dem û dewran li serê wî geriya û felek lê xayîn ket, diniya lê hate hev, pariyê nanê wî di devera wî de nema û rê û rêbar li pêşiya wî hatin girtin û diniya li ser serê wî bû wek tara bêjingê û birçîbûnê…

10 emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê îro li dar dikeve. Festîval heta 6 ê pûşperê wê li dar be. Di festîvalê de wekî her sal îsal jî gelek çalakiyên hunerî hene. Konser, pêşangeh, belgefîlm, atolye, gotûbêj, şano, xwendina helbestan, sazkirina dîwana dengbêjan hin ji çalakiyên ku wê li dar bikevin in. Festîval…

Konê Reş

Li ser daxwaziya şaredariya bajarê Batmanê(Êlihê), min di rojên 21-22-23 gulana 2010 an de, beşdarî di (Rojên wêjeya Kurdî) de kir. Ew rojên ku yekemîn care ji aliyê şaredariya Batmanê ve, di bin navê (Yê ku Peyv Ji Ezman Daxist Erdê; Cegerxwîn) û (Di Edebiyata Kurdî ya kilasîk de Erka Ehmedê Xanî,…

Mehmûd Badilî

“Em helbestvanên kurd li bajêrê Hesekê, ku ji mêj ve, di karekî nêzîkî vî karê ha de diramiyan, lê mixabin her carê hin kelem û astengî jiderveyî viyan û daxwaza me dihatin pêşiya me ku ne dihiştin bi rengê em dixwazin bi ser vî karî ve vebin.. Hûn tev baş dizanin ku jiyan…

ÎSA OSKAN

berî her tiştî, dixwazim bêjim,ku ez ne nivîskarim, hewildanên min di nivîsandinê de hene, lê ez ji xwe re dinivisînim yanî min tiştek belav
nekiriye, lê wek xwendevanekî,ez pirtûkên nivîskara û tiştên li ser malperan tên weşandin, ez dixwînim
di meha avdarê de, min nivîsandineke xemgînê REMO ,li ser malpera
welatê me xwend, ewa…