April 2010

Bi hatina 26ê nîsana 2010 an, 117 sal di ser zayîna mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe û bi hatina 15 ê gulana 2010 an re 78 sal di ser derçûna kovara wî (HAWAR)ê re derbas dibe. Ev kovara ku yekem car e di dîroka kurdan de, bi tîpên latînî hatiye weşandin û…

Di 95.emîn salyada karesata bi taybetî bi seré gelé Ermenî, bi gelemperî bi ser seré xeyrî misliman de hatî, Komeleya Nivîskarén Kurd, hemû goriyén tevkujiya sala 1915’an bi réz bi bîr tîne, li tevî enfalkirina gelé Ermenî, reftaré hemû enfal, komkujî û tevkujiyén li ser rûyé gerdûné pekhatî bi tundî şermezar dike.Komele, di roja…

Lewend Dalînî

Dîmenê te,
Liser mercên dilê min
Koça xwe danî.
Û di meydana bêdengîyê de,
Awazê xwey evînî,
Kok kirin..

Tayê teyî nerm û xiloxavî,
Dihate ristin!
Û li bejna min,
Di hate pecan.

Ramanên min jî
Weke tayê te
Rengîn dibûn û,
Di tevzînokê,
Peravên te de,
Lebteke bê rawestan
Dijenîn!

Kenê te li ser lêvên min,
Di rawestîya;
Û,
Ziwabûn,
Bi têhnê
Rewa digirt!
Û hêwî dibû!

Germîya dilê te,
Cemeda axaftinê minî sar,
Dikuşt!,
Û memikên renga
Di hatin mêhtin,
Û şil…

Silêman azer

Berî sed û diwazdeh salan merovekî Kurd dikarîbû direwşeke gelek dijwar û ewarete de yekemîn rojnameya Kurd bi navê Kurdistan damezirîne,û ew bibe rojeke dîrokî di jiyana Kurdî de,û bi saya wê yekê her sal em vê rojê li bîrtînin û hatiye binavkirin roja rojnamegeriya Kurdî.Û di vê rojê de divê em jibîrnekin…

Maruf YILMAZ

Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê” ji aliyê Weşanên Welat û Dozê ve li Stockholmê û li Stambûlê hatiye weşandin. Roman 163 rûpel e.
Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê romaneke allegorî ye. Wî bi vê romanê, wêjeya devkî û klasîk bi ya nivîskî ve girêdaye. Uzunî bi qayde û awayê wêjeya Mezobotamî ya…

Tengezar Marînî

Îro, piştî nîvro, ez li pirtûkxane û dezgehên bi pirtûkê re têkeldar digeriyam. Bi gêrana gelek semînar û xwendinê, bajarê ku ez lê dijîm geş û xemilandî bû. Hişmend, nivîskar, fîlosof û bîrewer, noşa pirtûk, zanist, tore û xwendinê hildidan. Min jî di kûrahiya xwe de, ji xwe dipirsî, gelo dê kengî welatên…

Roja yekşema bê, 25.04.2010an nivîskar û rojnamevanê kurd ê naskirî Salihê Kevirbirî diçe Hollenda û koça xwe li bajarê Arnhem datîne.
Li ser daxwaz û hêviya hin dost û hezkerên edebiyat û kesayetiya Salihê Kevirbirî û bi alîkariya sê komeleyên kurd li Holenda; -komeleya Ahmedê Xanî, komeleya Bedirxan û ya Tîrêj, Salihê Kevirbirî diçe Hollenda,…

Dr. Sadedin Mele

Sala 1972 an, mamusta Rezo (Abdulrezaq) Osê, bi mebesta xwendinê, hate Berlinê û cara pêşî min ew li wir naskir. Wî li şaxê optîkê navê xwe tomar kiribû û dewam dikir, zimanê almanî dixwend û jibo karibe xwe xwedî bike, li febrîkeyekê nîvkar dikir.
Di ber xwendin û karê xwe re, Rezo…

Konê Reş

Di baweriya min de, eger Bedirxanî û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan bi taybetî, ne xwediyên Banga Netewî Kurdî a 2””””mîn bin, lê her ew xwediyên banga netewî Kurdî a 3””””mîn in… Rast e helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî bavê banga netewî kurdî a yekemîn e û wek ku hatiye naskirin Hacî Qadirê Koyî…

Bo rêzgirtin li giyanê nivîskarê kurdî hêja Rezoyê Osê, û li gor biryara Federasyona Komelên Kurdistanî, di 18.4.2010 de li baregeha Federasyonê li bajarê Stokholmê ahengeke gotaran hate lidarxistin. Ew ya çilrojiya koça zû ya ronakbîrê mezin Rezoyê Osê bû. Bêhtir ji şêst kesî ji revenda kurdistanî li Swêdê beşdarî wê bûn.
Piştî vekirina rêûresmê ji…