Bo raya giştî

Di 95.emîn salyada karesata bi taybetî bi seré gelé Ermenî, bi gelemperî bi ser seré xeyrî misliman  de hatî, Komeleya Nivîskarén Kurd, hemû goriyén tevkujiya sala 1915’an  bi réz bi bîr tîne, li tevî  enfalkirina gelé Ermenî, reftaré hemû enfal, komkujî û tevkujiyén li ser rûyé gerdûné pekhatî  bi tundî  şermezar dike.

Komele, di roja salyada karesaté de, li tevî Dewleta Tirkiyeyé dewletén ku duh û îro bûne/dibin sedemé qirr û qelanan; Komara Îslamî ya Îran, İraqa Federal, Sûriyeyé û İsraîl  vedixwîne bexşînxwestiné ji gelén bi komkujiyé rûberû bûyî: Ermenî, Asûrî, Kurd û Kurdén Êzdî, Felestînî û malbata mirovahiyé…

Komeleya Nivîskarén Kurd

Navnîşan/Adres: Gevran Cd. 1. Akkoyunlu Sk.Kupik 9 Apt Kat:1/2 Ofis /Diyarbakır
Tlf-Fax:           0090 0412 224 33 12

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…