belavokên partiyan

Salihê Kevirbirî koça xwe li Hollenda datîne

  Roja yekşema bê, 25.04.2010an nivîskar û rojnamevanê kurd ê naskirî Salihê Kevirbirî diçe Hollenda û koça xwe li bajarê Arnhem datîne.
Li ser daxwaz û hêviya hin dost û hezkerên edebiyat û kesayetiya Salihê Kevirbirî û bi alîkariya sê komeleyên kurd li Holenda; -komeleya Ahmedê Xanî, komeleya Bedirxan û ya Tîrêj, Salihê Kevirbirî diçe Hollenda, bajarê Arnhem û semînereke wêjeyî germ dike.

Salihê Kevirbirî dê ji mêvanan re li ser edebiyat û folklora kurdî bi dirêjahî biaxive, û pirtûkên xwe hin bi mêvanan bide nasîn û hin jî imze bike, çimkî wî berî demeke kurt ji weşanxaneya DO’yê 4 berhemên nû; FILÎTÊ QUTO, KARAPETÊ XAÇO, HEVÎRTIRŞ û TEYÎBA MIN çapkirin û li ber destên xwendevan û hezkerên folklora kurdî danîn.
Her kes dikare amade bibe. Amadebûna we dê semînerê geş bike..
Navnîşan: KOÇ-KAK.
Klarendaalseweg 468.
6822 GW Arnhem. Hollenda
Roj: Yekşem, 25.04.2010. Kat: 14. 00

Têl: 0031.6.24292621, 0031.6.24142097

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…