November 2009

îro di 08. 11. 2009-an de, li herêma Bajarê Vechta û derdora wê civîna Komela ROJ ya çanda Kurdî hate sazkirin.
Di wê civînê de, liser tozik û bingeha komelê hate erê kirin. Her weha di civînê de kesên amade ev bûn:
Fadil şêxmûs – Fayiq Sîno – Sêfedîn Abdî – Xorşîd Derwîş – Osman…

Du rojan niqaşên li ser toreya kurdî şevên payîza Hamburgê germ kirin
Ji Swêdê çîroknivîs Enwer Karahan, Ji bajên Elmanya Edîb Çelkî û Eskerê Boyik bûn mêvanê Hamburgê û bi xelkên vî bajarî re li ser tore û edebiyata kurdî axiftin. Ji bajarê Hamburgê jî wek moderatur Arşevê Oskan tev li mêvanan bû û ji bal…

Melevan Resûl

Xweşiya jiyana mirovan bi hêvî û omîdan geş û gurr dibe , heger ew hêvî têkherin wê jiyan reş û tarî be û bê wate bimîne , ango mirov bi hêviyan dijî her çendî dizane ku piraniya hêviyan bê encamin û dawî reşbînî li pêşiya wî ye , mîna mirovên bi nexweşiyên giran…

Xemginê REMO

Keçê .. kê gotî ye :
Çîya bilindin ez te nabînim ?
Çîya çendî bilind bin
Li bin çengê baz
Nizim dimînin …
Çol û beyar şax û newal
Pêk ve li bin bazikê min
Dimînin …
Û eger tu yara mine
Dvê ku ez te bibînim ….

***

Xanê… kê gotî ye :
Rêya dirêj dawî nîne ?
Gulê .. rêçê evînî yê kurtin
Û dildarê te…

Mehmûd Badilî

Roja înê di 30/10/2009 an de, hêdî hêdî asîman bi ewran geş dibû, baraneke sivik dibariya, zemîna ku ji tîna kezeba wê dişewitî bi serê lêva dikeniya. çardeh findên qeşeng bi lîrandina ewran re, di bin girnijîna çilapekên baranê de vêketin. helbestvan û nivîskar û kesên amadebûyî, li hawîr germa wan çardeh findan…

Du rojan dê çîroknivîs Enwer Karahan û helbestvan Eskerê Boyîk û Edîb Çelkî bibin mêvanê Hamburgê û li ser toreya kurdî niqaşê bikin. Ji bajarê Hamburgê jî dê helbestvan Arşevê Oskan û siyasetvan M. Alî Yildirim wan bi guhdaran bidin naskirin û bi rola Moderatorya wan herdu şevan rabin. Kesên ku bixwazin li wir bin,…

Kawa Şêxê

1- Di navbera 11-18.10. 2009 de bi gereke wêjeyî tu çûbûyî Bakurê Kurdistanê. Ramana vê gerê ji ku hat?

Piştî weşandin û belavbûna romana mina dawiyê „ Gava ku masî tî dibin“ li Amedê, ramana vê gerê weke lihevkirinekê di navbera min û weşanxaneya „Lîs“ê de ku pirtûka min weşandibû, hate holê. Ji bo axavtina li…

Husên M. Hebeş

Emek

Derî ji pencereyê hez dikePencere jî ji kursiyêKursî jî ji masê…Dar dibêje:Spas ji xweda reEmek û cefayê minBi zarokên min re Vala neçû!

Dareke kesk û rû li ken

Darek tim kesk bû Û rûyê wê tim li ken bûXwestin ko bizanibin Çima ew tim kesk eû rûyê wê tim li ken e?Dilê…


Azer Osi

Dema ku min
sernivîsa te dixwend
ji dilêm,
sawa evînê
difirya
û ji nû
min zanî
tû nêzî
dilê min dibî

19.11.2005
Elmanya

Xwe dîtin

Yê te bû
min ew diva
û min di yê xwe de,
xweş diçand.
Te nedî
min ew didî.
Ne dimir
pîr ne dibû
ku ji min re,
ew bima
1.1.2005
Amûdê
Cih

Cihê tû lê
ji min diyare
bi xwe, li wirim
û
ji xwe nizanim
di kîjan demê de
zê gihêm
û
li xwe,
wekî ku heme,
binerim.

Ger

Li xwe digeryam,
min xwe dî
û…