Li Hamburgê rojên toreya kurdî pêk hat

Du rojan niqaşên li ser toreya kurdî şevên payîza Hamburgê germ kirin
Ji Swêdê çîroknivîs Enwer Karahan, Ji bajên Elmanya Edîb Çelkî û Eskerê Boyik bûn mêvanê Hamburgê û bi xelkên vî bajarî re li ser tore û edebiyata kurdî axiftin. Ji bajarê Hamburgê jî wek moderatur Arşevê Oskan tev li mêvanan bû û ji bal beşdaran jî li ser gelek mijaran pirs hatin kirin. Ev çalakî ji hêla Hevkarê û berpirsê wê M. Elî Yildirim hatibû organizekirin. Mijarên wek dîroka helbesta kurdî, rewşa nivîskariya wêjeyî li kurdistan û Ewropayê û welatên Sofeyeta berê hatin niqaşkirin.
Her roj civînê li nêzîkî sê seetan dirêj dikir û rojê li nêzîkî 15-20 kesên wêjehez jî beşdarî şevan bûbûn. Rewşa wêjeya kurdî li bakurê Kurdistanê û Swêdê ji bal kek Enwer Karahan ve baş hate şirovekirin, li gel ku çîrokek xwe bi navê ”Li xerîbiyê şev melûl in” xwend û ji destpêka sedsala bîstan heta salên 2000 î qonax bi qonax li ser hate rawestandin. ji aliyekî din ji dîroka nivîskariya kurdên Sofeyeta berê û geşbûna zimanê kurdî û berhemên ku di wan qûnaxan de hatibûn weşandin ji aliyê nivîskar Eskerê Boyik ve bi berfirehî hate zelalkirin. Li gel rewşa xwe ya tenduristî jî dîsa Eskerê Boyik wekî du seetan bê navber axift. Li ser rewşa helbesta kurdî û bandora helbesta erebî ji dema zendavesta û qelên êzîdiyan heta roja îro helbestvan Edîb Çelkî axift, li gel xwendina helbestek xwe ya stranê jî wek nemûne xwend. Di dema niqaşa li ser formên helbesta nûjen Arşev jî perçak ji helbesteke xwe xwend û bi vî awayî mêvanan sipasiya Hevkarê kirin û li ser hêviya careke din şev bi dawî bûn.    

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…