October 2009

Hêvîdar Zana
hevidar_zana@hotmail.com

Îsal gera me ya Kurdistanê, di demeke pir xweş de bû. Me pir hewl da ku em bikaribin Kek Xelîl Sincarî (Midûrê KTV, studyoya Elmanya) razî bikin, ji bo ew destûrê bide me ku em beriya Newrozê biçin welat û Newroza xwe li wir pîroz bikin. Her wiha me dixwest ku…

Gabar Çiyan

Pirtûka nivîskara kurd Eslîxan Yildirim ya nû ”Di sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor 1” di nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê berî nuha belav bû. Mijara pirtûkê, perçebûna Kurdistanê û hêmaya sînorbûnê ye. Nivîskar Yildirim li ser dîroka dabeşkirina Kurdistanê û rewşa sînoran pir alî hûr dibe û qonaxên dîrokî ronî dike….

FILÎTÊ QUTO
20 Kilam & 20 Qewimîn
Salihê Kevirbirî
Weşanxaneya Do, 172 Rûpel, Kurdî/Kurmancî

“(…) Serpêhatiyên mîna Mala Eliyê Ûnis, Bavê Fexriya, Emê Gozê, Gênc Xelîl û Edûlê, Emînê Perîxanê, Bişarê Çeto, Dr. Yusuf Azizoglu û hwd pir in. Pir giring e ku nirxên wisa hêja bêne parastin. Teknîk û mecalên îro rê didin ku mirov van nirxên pîroz…

(bandora êzidiyatiyê li ser romana hawara dicle ya muhemed uzun) navê lêkolînek e nû ye, ji bal nivîskarê genc (kovan xankî) ve hatiye berhevkirin û weşandin.
Ev kitêb pîrozî, rê û risim, tiradisyon, civak, tarîx, zulim û zor û fermanên bi ser êzidiyan hatin; di romana hawara dicle ya romannivîsê kurd mihemed uzun de destnîşan…

Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî berdewame di çapkirin û belavkirina pirtûkên nivîskarên kurd û pîlana xwe ya sala 2009an bi çapkirina pirtûka Serok û Merok ya nivîskarê kurd Qado Şêrîn berdewam e. Ev pirtûka hêjayî xwendinê bi naverokek cihêreng dixe nav destê xwendevanên zimanê Kurdî.
Ev pirtûk di nav rêza weşanên Sema derdikeve û ji…

Azer Osî

Va li vir,
bayê bi xem, bayê reş,
tevî nermahî, û hênikiya bayê te dibe,
tevî bedengiya xewn, û xewa kurdewariya te dibe,
rê digre,
nahêle,
ku tû
li bin Ezman, hembêzkirina hezkiriyên xwe bike,
û bi libên baranê re
zeviyên tev tî av bide.

Dizanim bayê te, li her payîzan,
ji pelên daran,
xatir xwestinê naxwaze,
lê…

Em xuh, bira, zaro, hevjiyan û mirovên Mihemedê Mele Ehmed, hemû kes û kesayetî, rêxistin, partî, komel, malper, dost û mirovên, ku di koçkirina rihê pîrozê mezinê malbata me de, bi me re rawestiyan, em ji dil sipas dikin. Mihemedê Mele Ehmedê tûj, bi pishtgiriya we ya mezin, amadebûna we ya pirhejmar bi dilekî…

Çîroknûs û romanûsê Kurd Helîm Yûsiv, bi boneya azmûna xwe ya nivîskariyê û bi taybetî, ji bo di derbarê romana xwe ya nû de “Gava ku Masî Tî Dibin” bi xwendevanê xwe re fikrên xwe parvebike li bajarên Êlih, Mêrdîn û Amedê panelan lidardixe û piştî panelê romana xwe ya nû imze dike. Panelên…

CIWAN DÊRIKÎ

-Hatin ji bo hijmartinê
Pîvane tev qad û zevî
Nasname dane çêlekan
Nav û hebûna min revî

-çar-pênc hezar sal şîn li vir
Dol û şihar avî dikir
Her bo jiyanê bûme pir
Dawî e”mame ber kevî
-ajotine l”ser min çete
Jev parkirim , bûm qetqete
Cotarî najo yek xete
Bê pare ta nevyê nevî
-çand û ziman…


M.Qasim

Alo
Çawayî tu?
Min ne bihîstî ji zûve dengê ciwan..!
wê pirs dikir bersiv mi da:a.. çawayî tu
dilê bi bihrî şadibê bi bihîstna dengê te
bi reqsu sema digeriya, li dora giyanê xwe
çima nayê..?!
qey te ji bîrkirîye hêlîna dilê xwe?!

Bi nazenîn..
bi rewaha dengê şirîn..
bi hestekî ji dilê bi vîn
şikandibu qend u şeker :
ez tême hêlînê bibihriyek zor
bi dilovaniyeka…