June 27, 2009

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Oldar dibêjin beriya ku mirov ji dayîka xwe re çê bibê yanî beriya ku mirov çavê xwe li jiyan ê vekê Xwedê her tiştî li ser aniya mirov dinvîsê (yanî tiştê ku di jiyanê de werê pêşiya mirov ji qencî û ji xerabiyê)…!!?? ma nexwe li gor vê nêrînê wek ku oldar dibêjin…


Şepal Hêvo
Shepalhevo@live.de
Li vir…
Di navbera
Rastiyê û derewan de
Şerê awaz a jiyanê
Ji min dixwest
Tama hebûnê

Li wir…
Dûrî camêr û neyara
Sîber a min
Ji wêneyên gelawêj
Xweşya nebûnê
diçêre

Bona dîna
Maç û ramûsan
Bona mirova
Xaç û lêdan
Li hawîr
Çend firiştin
Li serê memikê wan
Çend niviştin
Veke û bi xwîne
Helbesta min
Veke û bi xwîne
Çîroka jiyana min


Firûx Firixzade
Wergerandin bo kurdî: Ciwan Nebî

Tu kes bi gulan narame,
ne jî bi masiyan.
Tu kes naxwaze bawer bike ku daristan dimire,
ku dilê daristanê di bin rokê de nepixî ye,

hişê daristanê bi rambûn
ji bîranînên şîn vala dibe
û hestekariyên wê
Û weke tiştekî cuda
di qurçikekê de diherifin.
Tenê ye meydana mala me,
daristana me
li hêviya barîna ewreke beyan dibaweşke
û gola…