March 2009

Konê Reş

Di gel ku gelek cihên dîrokî li bajarê Cizîra Botan hene wek: Medreseya Sor, Medreseya Mîr Evdal, Gora Mem û Zîn, Mizgefta Mezin, Mizgefta Meshefa Reş, Gora Nûh Pêxember, Burca Belek.. Wiha jî gelek cihên seyranan û gulgeştan lê hene wek: Seqlanê Mema, Kaniya Qesara, Nêrgizî, Şikeftên Kora û Seqnefîs.. Û her…


Demhat Dêrikî

Digrîm li ser te û xwe û demên veqetînê ku dûriyê de, qîrîna eşqa me bilind dike.Erê Evîn,digrîm û di nava giriyê xwe de,dibim şahê bê dengiyan û di nava min deBê dengî xwe diafirîne…ez dibim bê deng,jiyan û cîhan dibin bê deng û derûna minXwe bi kefenê bê dengiyê dipêçe û dûrîkirin ji…

Elwan Şivan

Temenê bûhareke ji êshê
Ji serpêhatîya ji bûyere
Bûhareke ji temenê shîn
Û shahîyan
Xwe bê rûmet dike
Qîrîne agirê shevên
Newrozên êshdar
Û pîrozbahî xwe bi giranî
Bi ser giyanê raperîneke
Bê pîlan berdidê

Raperîna cil rojîya zivistanê
Hezar salîya êshê
Dem dirêjîya qirê
Û bîranîna hezarên bûyeran
Ku bi sirûde mirinê pêshwazîdibûn
Sîbera hezar bûharan
Di sitîlên deng vedane mirinê
Konê shînê vedidê
Li…

Ew ê di 14’ê Adarêeya (Konuk Evî) Bajarê Mezin a Amedê pirtûkên xwe îmze dikin.
Çalakiya îmzeyê

Enstîtuya Kurdî ya Amedê
û
Komeleya Nivîskarên Kurd
Li dar dixin.
Bi beşdariya nivîskar, xwendevan û kurdîhezan em ê kêfxweş û dilşad bibin.
saet di 14:00’an de li Amedê li taxa Ofîsê Mêvanxan

TÊKILÎ
Enstîtuya Kurdî ya Amedê : Tlf: 0 412 237 43 16
e-mail: enstituamed@hotmail.com
Komeleya Nivîskarên…

Em çalakvanên birçîbûna vekirî, rica û tika ji gelê xwe ê kurd dikin ku bi hijmareke mezin beşdarî meşa 12ê adarê li Berlin bibin. Meşa we nahêle ku keda me beravêtî bibe, lê belê bi encam dike.
Gelî xweşk û bira, em ne tenê ji bo wergirtina mafê penaberiyê bi tenê li vir in, lê…

Bi coşeke mezin, di 07.03.2009an de, dilxweşên nemir M.Şêxo ji hemû deverên Swêdê hatin Uppsala ji bo bîranîna bîstsaliya koçkirina M.Şêxo.
Li gor programa şevê û ji ber ku gelek kes ji dûr hatibûn, katjimêr 19.00 dest bi derbazbûna mêvanan bû; qehwe, çay, şîranî û sendwîç li hêviya wan bûn, çend stiranên hilbijartî bi dengê nemir…

Azer Osî

Avdar û kul
avdar û xem
avdar û raperîn
avdar û şehîd
avdar û buhar
dîsa tû tê, û em bêriya te dikin
meha lê mayîna xwe dikin
û buhara şev û rojên te dikin.
te ji me distend û te dida
û me xwe li kêleka te didît
û bê dudilî navê te,
li ser zimanan tev dima
………….

tû tê,
mîna dilê min tû tê
mîna…

Hadî Behlewî

Te bi dengê zîz Mihemmed ban dikir çerxa felek
Ta gelê kurd ew bi qorê xwe li te çê bihesin

“Ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn
ma çima bextê me hoye em bê dost û bê kesin “

De serî rake hela îro biner bavê Felek
Gel wefadarê te yeew ten bi ter dost bin besin

Me…

Silêman azer

Li xwe digerim,
û şev jî bi hilma min ve
digerin
sermaya van bakuran
daleqandî bi awirên te ve
min diparzinîne
gera tirşbûyî
ji goşiyên bêrîkirinan …

Bi çarlepkan,
derdoran digevizînim bînayiyan
li tenişt min
bayên bakuran
devdawa van cihên Pînekirî hildidin .
Li keviyeke di ser re çûyî
firindeyên serxweşiyan
dest bi guvaştinên min dikin…
Digerim
êvarin ziwa ji banandinan
lêvên sariyê,
bi sînga…