March 10, 2009

Hadî Behlewî

Te bi dengê zîz Mihemmed ban dikir çerxa felek
Ta gelê kurd ew bi qorê xwe li te çê bihesin

“Ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn
ma çima bextê me hoye em bê dost û bê kesin “

De serî rake hela îro biner bavê Felek
Gel wefadarê te yeew ten bi ter dost bin besin

Me…

Silêman azer

Li xwe digerim,
û şev jî bi hilma min ve
digerin
sermaya van bakuran
daleqandî bi awirên te ve
min diparzinîne
gera tirşbûyî
ji goşiyên bêrîkirinan …

Bi çarlepkan,
derdoran digevizînim bînayiyan
li tenişt min
bayên bakuran
devdawa van cihên Pînekirî hildidin .
Li keviyeke di ser re çûyî
firindeyên serxweşiyan
dest bi guvaştinên min dikin…
Digerim
êvarin ziwa ji banandinan
lêvên sariyê,
bi sînga…

Dildarê Aştî

Bendewarî bûrîna mizgînekê
Min peyvên xwe fêrî firê dikirin
Pêxweşbûnekê digirtim…
Ji nişkave
Çivîkekê xwe pelûkir pêxîla min
Şîn dibû
Dîn dibû
Didiliya……
Zîz dibû
Lal dibû
Bê rewa dilûsiya…!!!

* * * * *

Deng li hev digeriyan
Berî rîhan bên semayê
dibiliyan
Bêhnên biyan
difûriyan
Ber bi başûrî pêjnê de
Perwaneyan guhên xwe miç dikirin
Bendewaran matmayî dîq dikirin.

*…

Dildar Ismail

Roĵek ji rojê buharê
Di roja nehê avdarê

Nih sed û heştê û nihe
Berî nîvro hê sibeh e

Li qamişlo lê çi bûye
Li rojê agir bê dûye

Qîr û deng û zare zare
Nalîn û qîr û haware

Feleka xayîn çi zanê
Berê wî dan goristanê

Çûna wî bi me girane
Bavê felek pir ciwane

Dil ma bi hisret û kule
Ahîna wî…