Sîrwan Qiçço
Şopa kenekî xemgîn
Li ser dêmin lerizî
Diyar bûbû ….
Xwêdanê li ser
Eniyê, dîlan dikir
Û diçirisî …
Bûkeke zarokan
Di dest wê de bû
Û ew dilorand.
Kê li dîmenê wê
Temaşe kiriba,
Ewê bawer ne kiriba
Ku ew keçeke
Şeyda ye !
sirwankajjo@gmail.com
Tengezarê Marînî
“Daku bi tenê nemînî, li van xêz û xewna mukur were”
Bo seyadyê min Rezo Osê
Di herdû kurkên min de, destan xwe livlivand, li kolaneke tarî şahiyên xwe avêtin milên xwe û yên xwedê…, li şûn xwe bizdo-bizdo dinêrîn, min jî li pişt qehwexanekê, serê xema xwe dişuşt. Li pey min bûn. Guvguva…
Kovara rewşenbîrî û folklorî ya bi zimanê kurdî (HELEZ) hejmar (3-4) 2008 derket.
Hejmara nû ya Helez gelek babet bi xwe girtine ji gotar, hevpeyvîn, folklor, helbest, çîrok, û kelepûr.
Naverok:
Gotar
Roman a Kurdî
Dr. Zara Brahîm
4
Ronîkirinek di ziman de
Berzo Mehmûd
7
Rêber û qehreman.. Barzanî
Zinar Mistefa
12
Komar a Mehabad
Xalis Misewer
16
Porweşîn
Dr. Hesen Xelîfe
20
Dûstanê tajîtiyê
Elî Cizîrî
21
Rola jinên Kurd…
Salar
25
Kalemêr û şêrê Zindana Apê…
Hunermend Ednan Heydo piştî demeke dirêj ji kar û xebatê bi berhema xwe ya yekemîn bi navê (Evîna Qedexe) derket pêşberî guhdarên xwe.Hunermend Ednan Heydo Geh dinav êşa xerîbiyê de dinale û geh bi jana evînê re diqîre û geh bi dengê tembûra Şiyarê Agirî û nalîna kemana Lazîn Xalid re dibêje,Welato, çend hêvî di…
Bi dilekî xemgîn û şkestî me nuçeya koçkirina dawî a dayika Hunermend Zubêr Salih bihîst, ya ku di roja pêncşemba burî de, di 14.08.2008 an de li bajarê Dirbêsiyê çu ser dilovaniya xwedê.
Ji hunermend Zubêr Salih û malbata wîre em sebir û aramiyê dixwazin û dibêjin bera serê malbatê saxbe û cihê dayka me…
Arjen Arî
A.
Di wexteke bêsalix de ji pêşiyên me du rihspî, li qelavîzka li ber berberojk rûniştine, ji hêlekê de hilmên mişt li tutina Xursê didin, ji hêla din jî bo ku cih li sohbeteke xweş vebe, yek dibêje, ‘dee looo… guh mede gotinan, gûyê hişk bi meriv ve nazeliqe’!
Rihspîyê ku dixwaze dilê xwe ji…
Konê Reş
Erê ezbenî sala me, sala dil û gurçik e*.. Saleke bêdeng e, mîna mirinê.. Xuyaye ez jî, li ser rêka fêrbûna bêdengiyê me…Ez jî fêrî bêdengiyê bûme.. Ev bêdengiya kirêt û megrûdî ku konê xwe di ser vî bajarî re vegirtiye.. Bajarê me dişewite û ez bêdeng li dûmana şewata malên belengaz…
lawkê hacî
di himbêza teda dijîm
li jêr siha serwerya te
mixabin xerîbim ez
ji nalîna dilê min ev diyare
ger dayikên şehîdan bizanîbyan
çarenûsa pêşeroje wisabe
tu car ne dizan
da nebana derya jan û kulan
welat parêz mijûl nedbûn
bi raperînê rokê bi tenê
wê rewş bisparta nervînê
mixabin dayê
ew xewn û hêvî û…
Hozan X.Efrînî
Rojeke reş bû ji rojên Kurdan Rojeke reş ji sêşema candanLi gundên girî Ezîz teqîndanLi sîpa şêx xidir jî alafdanDengeke ji ber hawara wîjdanRengeke ji dîmenên yazdanQêrîneke ji şengala hêlanNûçeyeke pir sar ji bo dilan
Firmêskeke ji reş çavên Şîlan Wek Helebçe û Geliya ZîlanLi dijî zarok û pîr û jinanGiştek ji regezresenên MedanBi hovîtî û rengên…
Cankurd
Kaniya hozanvaniyê evîn e. Evîn û hezkirina mirovan jîn û jiyên wan xweş dike an pîs dike. Gava em li dîroka hozanvaniya cîhanî binêrin, emê gellek hozanvanan bibînin, ku hezkirin û evînê ewan namdar kirine. Lê mezintirîn evîn û hezkirina Cegerxwîn bo welêt bû. Welatê wî di jîna wî de û jîna gellek hunermend…