Hunermend Ednan Heydo Got evîn Qedexeye

Hunermend Ednan Heydo piştî demeke dirêj ji kar û xebatê bi berhema xwe ya yekemîn
bi navê (Evîna Qedexe) derket pêşberî guhdarên xwe.
Hunermend Ednan Heydo Geh dinav êşa xerîbiyê de dinale û geh bi jana evînê re diqîre
û geh bi dengê tembûra Şiyarê Agirî  û nalîna kemana Lazîn Xalid re dibêje,
Welato,
çend hêvî di dilan de li ser sînga te hişk bûn,
û çend çav ji rondikan li ser sînga te ziwabûn,
û çend dergûş di xaniyên xerabe de dihejin,
û çend destar û bêjing li kavilên xerabe man bê xwedî welato.
Hinermendê deng xweş di helbesteke din de dibêje,
ez bi gorî xaka te me
êzingê agirê te me
xumxuma çemê te me

kevirê sînorê te me
awaza helbesta te me welato.

Di helbesteke din de Edna jî n Heydo Dibêje:
Eger tu gulbî Şêrîna min bi dilê xwe ezê te bînbikim
Eger tu deryabî delala min li şaneşînê ezê li pêlên te Temaşe bikim.
Hunermend Ednan Heydo di sala 1978 an de li rojavayê Kurdistan gundê Dugirê herema Amûdê hatiye dine.
CD ji heşt helbestan pêk tê û bi arîkariya komek ji muzîsiyenên Kurd yên li rojavayê Kurdistanê hatiye amedekirin.

Studyo û Erenjer: Mehmûd Xelo
Tembûra Elektrîk û baxleme: Şiyar Agrî
Keman: Lazgîn Xalid
Tomarkirina deng: Koma Sansar li Almanya.

Têkilî: ji bo bidestxistina CD ya Ednan Heydo

Ednan Heydo: 0049/1622148199

Komela Lohne: 0049/4442802223

Xebat Şakir

19.08.08 Oldenburg/ Elmanya

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…