May 2008

NEWROZ *

Li Newroza îsal, li şeva 20.3.2008an, dîsa nijadperestan qirêja serê wan yê genî bêhin dan, û xwîna merovên Kurd li Qamîşloka jiyandar rijandin. Tevahiya partiyên Tevgera Kurd li Sûryê di daxuyaniyeke hevbeş de, ji gelê Kurd li Sûryê xwastin, ku ahengên cejna Newrozê lidar nexin û reşiya pakrewanan girêdin.
Li ber roniya wê…

Festîvala Bêbuhar ya ji aliyê Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ve hat organîzekirin, roja Yekşemê li bajarê Almanya Hannoverê pêk hat.
Yekemîn Festîvala strana kurdên rojava ya ku îsal bi navê hunermend û helbestvanê Kurd Bêbuhar hat lidarxistin, weke Festîvala ji bo bîranîna şehîdên Newroza 2008`an jî hat binavkirin.
Lewma jî di destpêka festîvalê de…

Şêrîn Gêlo

Qehwakê bi çavên tere vedixum
Û qehwakê ji çavên te vedixum
Tilyên tene çixara serxweşiya min
Ez jî dûmanim bi serserê te dikevim
Peyalin lêvên te di nav lêvên minde
Ziwaye hêviya min ji derya heyalate
Dîlin tiliyên min di nav biskên tede
Dîne porêmin li sere milê te
Azdin awirên te di riwê min…

Dilbend Xelîl

Sipî boze , bilind poze
Dil bi soze , nerîn doze
Ebrû moze , ew newroze
Yara min ew kurdistane

Naz û xweşe , zevî geşe
Ew keleşe , lat û beşe
Seyran meşe , kar lê xweşe
Yara min ew kurdistane

Ew Kurdistan , ew şehristan
Bax û bustan , gul…

Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Tirkiye, 50 sale ku îdia dike ku dewleteke demokratîk e û dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê. Hezar mixabin Neteweya Kurd di sedsala 21-an de li Tirkiyeyê hîn ji hemû mafên xwe yên şexsî û grubî yên neteweyî bê par e.
Ev statûya ne mirovane û neheq têre nake, ji bona ku kurd zimanê…

Xuşk û bira yên hêjaNivîskar û xwendevanên zimanê kurdî
Silav û rêz
Berdewamî ji giftûgoya vekirî re ya komîta çalakiyên kurdewarî xeleka yekemîn jê li bajarê qamişlo li dar xist, (çima xwendevanên zimanê kurdî kêm in)Em hêvî dikin ji nivîskar, xwendevan û bendewarên zimanê kurdî, nerîn û têbînên xwe ji me re rêkin berî 1/8/2008 z-…

Bi amadebûna bêtir ji 230 kesî li Mîrgeha Şarîqa, Revenda Kurdî bi serkeftin hilbijartinên xwe pêk anîn. Hem jî nûnerên xwe yên ko bi rast û ronî karên vê revendê pêş ve bibin, hatin bijartin.Doh 2/5/2008 li Mîrgehên Erebî ên Yekbûyî Revenda Kurdî komcivîna xwe lidarxist.Piştî hewldanên gelek roj, ji bo lihevkirina revendê û bi…

Xemgînê Remo

Dema zikê zemîn peqîyaÛ sirûda ar-vejanê destpêkirÇîyayên welatê minJê afirîn ….
Dema ewrê yekemîn Pêsîrê xwe givaştin Û barana jîyanê barîyaSirûda ciwanî yêLi mêrg û çîmenê welatê min Detpê kir …

Dema ku mirov hîn kerî bûnÛ şênîyên daristana bûnMiletê min nan afirandÛ şaristanî ya wîLi kohênZ agroz û TtorozDest pê kiribû …

Dema kerî bûn…

W: Selam Darî

Şah Debşelîm ji feylesûf Beydeba re got: te bihîstiye serpêhatiya du hevalên hijhevkirî , ku yekî derewîn ew jev dûrxistin , û rewşa wayî dawiyê çawa çêbû ?
De ji min re bêje ser destbirakan bê çawa dan û standina wan destpê dike , û kêfa wan pevre tê.
Feylesûf got: mirovê hoşmend biratiyê…

Bêkes Reşîd

Bo… giyanê dapîra min.

Heger wê ji ronahiyê tenê jî
tişt bûbin…
Ji tariyê
her tişt û netişt bûne…!!
Di tariyê de…
Ji nav tariyê…
Bi tariyê…
Ji tariyê…

Etîkêta valayîyekê ji hundur ve
Egofobîyek xwedayetiyê li min dike
Lêdiwan, nenasiyeke heyînîye…!!
Ji wir û te…
Kêşana hin xaleyên nedîtî dibe
Belkî tu mîna min bû
Pevçûna şaneyên te berî danehevekê
Ev ajaweya…