October 2007

Di êvara 29 / 9/2007ê de koçika qamişloya çandeyî şevbêrka xwe ya mihane bi mêvandariya mamoste yê parêzer helbestvanê kurd xelîl sasûnî re bûrand .Bi amadebûna hin helbestvan û nivîskaran û gurûpek ji keç û xortên xwendevan Şevbêrkê dest pê kir bi gotina xêrhatin û danasînê bi mamosteyê helbestvan ji alî mamoste rif`et endamê…

Luqman Silêman
hevind@nefel.com

Çavê Remezan çûne pişta guhê wî aqil di serê wîde nema li mêvana nêrî gote: Hisên ka wê namê bide min. Hisên name da destê wî go tê çibikê.
Remezan deynekir name xwe berda berîka xwe go: ev çi mêrin yê ku ez ji bo wa berdim mêvanê xwe qey ev min nas…

XEMGÎNÊ REMO

Bavê min, ji bo hindek gerekî yên malê, hatibû bajêr,
Hevdîtina min û wî jî, li hev hatin bû, nîv rojê berê min li malê mû, dengekî ku guhên min, bihîstina wî ti carî şaş nake, bangî min kir, ez lê zîvirîm, bavê min, li firoşgeha dostekî xwe, yê Kevin rûniştî bû,…

Hozanê Girkundê

Her ko surişa
evîna te
Pirsa hebûna xwe
ji dil dike
di wê hingêde
xayiz dibim
babelîskên dînoke
min tewş dikin
û xwe li min di pêçe
mêbûna te…

her ko pêjna
xwe tevlî min
û şeva sar dike
di wê hingê de
di bim parsekê
maçan û lavahîyê
dikim ji lêvên te…
her ko bîranînên te
keştîya xwe
li delavê
nîgaşên min de
bi cî dike
di wê hingê de
di landika
himêza te de
dibim zarokekî
bi…

Li ser riya perestgehê

Ez dîsan hatim ew Diyarbekra li biniya Çavkaniya Çemê Dîclê û li binê quntara Çiyayê Qerec’î, ku şûnewarê şaristaniyê ye. Gava piştî 25 salan ez vegeriyam warê bavê û kalan, mixabin min ev dît: Ji Diyarbekra kevin hema tiştek ne mabû. Dema zarotî û xortaniya min, li tevaya bajêr pakî û rindî…

Pertûkek helbestî nuh ji helbestvan Hozan Badilî re bi navnîşana (Li Welatê me) hate çapkirin, ev pertûka helbestî karê yekem ji helbestvan re di biwara nivîsandinê de ku dikeve nav destê xwendewaran ku, bi şêweyeke nûjen û zimanekî resen û zelal hatiye ristin, pertûk ji 29 helbest û 100 rûpelî biserhevhatiye, ji hin navnîşanên…

Dildar Ismail

Hebû nebû ji peyva tazî û Kongirê bê milet bihtir tiştek nebû weke ku hemiya bihîst û xwend li ser malperan hate weşandin li ser kongirê aniya xilaskirina niştimanî ya miletê sûriyê ku li bajarê Berlînê paytexta elmaniya hatibû bi darxistin roja 16/17 ji miha niha 2007 ji sê parçan an ji sê…

Xalid Ehmed Elî

Her dû cengên rizgarkirina Kuwêyt (1991) û Êraqê (2003) têne hejmartin weke dû bûyerên navendî ku bi rengekî xuya beşdarî di guherandina semyanên navçeya rojhilata navîn a ku rêjîmên totalîter û dêspotîk yên ku bi riya kudetayên (lêdanên) leşkerî û xwediyên îdeolojiyên îzolekirinê û regezperest, têde serdestin.Diyare ku sîstemên berhemdana kolonyalî li…

Sernivîsa rojnameya DENG (*)

Dîtinên devera rojhilata navîn ji têkoşînên tûj û şaxşaxîn di navbera hêz û biwarên têvel de, ji tu kesî nayêne veşartin, roj bi roj bazineya wan berfireh dibe… Dûriyên herêmî û cîhanî distîne,.. taku tevarandineke bi rastî di navbera hêzên guhertin û veguhêztina dîmuqratî ji hêlekê de, û hêzên tarîger…

Hevpeyvîn: (Hozanê Girkundê)
hozan.gk@gmail.com

Hunermend Xidir silêman wekî em dizanin ji demek pir dirêj di warê hunerê de kar dike, Huner herdem di hizrên wî de ye, mîna şepolên deriyan li kenarê hestan dide dema mirov li dengê wî guhdar bike hezar hêvî û omîd xwe tînin ziman bê çend gul û rîhan li ber…