Li Welatê me

  Pertûkek helbestî nuh ji helbestvan Hozan Badilî re bi navnîşana (Li Welatê me) hate çapkirin, ev pertûka helbestî karê yekem ji helbestvan re di biwara nivîsandinê de ku dikeve nav destê xwendewaran ku, bi şêweyeke nûjen û zimanekî resen û zelal hatiye ristin, pertûk ji 29 helbest û 100 rûpelî biserhevhatiye, ji hin navnîşanên helbestan: Devê min, Guhar, Gustîlk, Bazin, Pîrek, Li welatê me….
Hozan Şêxmûs Badilî li gundê Şorê a rojhilat ji dayikbûye, niha li bajarê Hesekê dijî, helbestê bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîsîne.

Ev herdu helbest ji naveroka pertûkê ne:

Devê min
Li gundê me
dema sibeh tê
û ez bê devim
napirsin  kanî devê te
lê ew zanin
ku min devê xwe
li ser sînga te
jibîrkiriye  ….

Azadî
Azadî
çira jiyana xwe
ji serjêkirina
welatfiroşan

dadide.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…