October 2007

WENDA ŞÊXO

Min gul- dêmên xwe
Dane lêvên te
Û sitêrên ezmanê min
Bi xewnare dane rê….
Dêm birîndar bûn
Ji firmêskên janê
Û dişirikîn
Wek wan solavên
Li serê rê……

Evîna te
Neyarekî ne diyare
Dilê min xistîye bin barê xema
Elendê binoşe
Tê bibîne tîrêjên rokê
Ji çavê min
Didin der ……
Evîna min
Razeke ezmanîye
Û balindeyê çolê
Tim mêvane
Li sitêra nîvê şevê
Ku lêvên wî
Gul-dêmê min
Dibe…

Luqman Silêman
hevind@nefel.com

Xaçê Heybet û Welat birin Ewropa û ta nihajî ew li Ewropa ne û ew xwîn li pey wa ziwabû.
Lê Xwiya dikê ku herdû hikûmet ya Turkî û ya Sûrî di xwestin Heybet sax nemînê …….??
Ka em binêrin rewşa Welat di wê şevêde çi bû li ser xetê ji ber ku wî…

Amadekirin : Hozan Emîn :

-1- Romana (Xilaf Al-Meqsûd) ya nivîskar Ehmed Omer û -2- Mele Ehmedê Palo ya Nivîskar : Dr. Ala-edîn Cengo .
1- Pirtûka yekem Romana (Xilaf Al-Meqsûd) : Ev Pirtûk di nava rêze zincîra weşanên Dezgeha SEMA ya çandî û hunerî û di nava pîlana çapên Sala 2007an de çapbûye . Romana (Xilaf…

Hozan Girkundê

Di xwazim
Nêzîkî te bibim
Di nêv
Mijakên te de
Wendabivim
Bi noşandina
lêvên te
serxweş bibim
di xwazim
nêzîkî tebivim
omîdên xwe li peravê
Dilê Te biçînim
? memikên te li ser destê Te
Xwedîbikim

Babelîskên birçîbûnê
Xalîça buharê Biçêrînim
Di xwazimnêzîkî te bibim
Di şevek tarîde
Herdî
çavên tey fedyok
Ji xwere wan bidizim
Dixwazim nêzîkî te bibim
şermîya
Go dihinarê
Rîkê te de
Dagîrbûye
bê par bikim
dixwazim nêzîkî te bibim
sarîya dil evîna…

XEMGÎN Ê REMO

Ezê çi bikim
Ji van dilînîyan
Ku tim kiştî ya hezê min
Ber bi kişwera evîna te ve
Dajon ..?
Û rêça hevdîtinê
Alîk ave yek agire …
Piştî gelek çîya yên xwê û
Xwêdanê ber digire …
Ku simê hespê min
Hezar carî dilikume …

Tim siwarim di şevê de
Rêwî me di her rê de
Û badlîzokên vîna min
Ji hawîr de
Te dorpêç…

Bêwar Brahîm

Di gelek deverên teng de û di nav astengên dijwar de , jiyan pişta xwe dide mirovên ku rû le rû bi şer û berên bê soz re dikevin cirîdê de , kovan û keseran ji xwe re dikin palpişt û zilindarîyê ji xwe re dikin şerbet , can mîna kewên rebat…

FAL

Hêmin Mendanî

Dest û telhên min
Guviştin
Xwîn di Penca min
Gerî
Vê ciwana falveker
Li herdû çavên min
Nerî
Xistime Gera gomana
Bendewarê paş
Derî
Dergihê Kûrhêl* min
Vekir
Di gel Oxîna
Zerî
Piştî çilî pir ceng û
Bend
Wê rastî te herwe
Werin
Çilê bûrî ku hildêrê
Tê Li Liqatê têb*
Gerî

Hêz û hêrsên lawîniya
Min
Pilpilîn Kel û hawar
Pakî û dilsoziya
Min
Rojiyên Rojên giran
Berdilka Zerdeştiya
Min
Ketne Taiyên…

Ebdilqadir Egîd

Di şkeftên giyana xwe de , mîna feriştekî nermî zelal, ku ji esmanê bajarekî bi mij dakeve, şerma min li rewana te rast hat.
Ne biyan bû..! Xweş tê bîra min, li ser kenarê Dicleyê, di demeke nêzik de, di çîrokeke dirêj de, li gel Biroyê dengbêj û stranin dîrokî de em li hev…

(Qamişlo – welateme.net) duh 22/10/2007 katjmêr 7î êvarî fistîvala bîranîna 23saliya koçkirina helbestavanê kurd Seyda Cegerxwîn, li Qamişlo li ser gora wî -ya kû hatibû xemlandin bi gurzên gulan û wêneykê wîyê mezin- hat li darxistin. Ev fistîval hatibû amadekirin ji aliyê komîta amadekar ya kû ji komîta weşanên bi kurdî li Sûriyê tên weşandin,…

Berzo Mehmûd

Wek em dizanin ku Cegerxwîn yek ji wan nivîserên nifşê govara Hawarê bû, ya zimanzanê hêja Celadet Bedirxan, yê ku şoreşek di cîhana rewşenbîriya kurdî di zarê kurmancî de di wê serdemê de pêxist. Helbestvanê meyê hêja, Cegerxwîn di wê serdemê de serê xwe hilda. Em vê yekê dibêjin da ku hin fakterên pêkhênerane…