August 2007

Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur, Kiryara Terorîstî li Shingalê bi tundî gunehkar diket.
Terorîstên xunmêj, ku bi navê dinî, nirxên hemo dînan,di destpêkê de yên dinê islamî û nirxên hemo mirovîtiyê binpêdikin, cardin hûvîtiya xwe û dijminiîtiya xwe li dijê gelê kurd bo cîhanê da diyarkirin. Ruyê xwe yê cehnemî bi vê kiryarê da ashkerakirin.
Kiryara teroristî…

Şêrwan Mela Ibrahîm

Li ser xwesteka Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî dr.Ismayîl Şukur û birêz Ehlam Eseed endamên parlementoya Îraqî ku ji lîsta hevpeymaniya kurdistanî ne semînarek li ser rewşa parlementoya Îraqî û rola lîsta Kurdistanî di nav de li Hewlêra paytext, lidar xistin.

Di destpêkê de, xanim Ehlam basa birêveçûna parlementoyê kir û da…

Bi navê Yezdanê Mihrîban
Malbata Gemo yên birêz
Bi xemgîn min mirina gorbuhiş Ararat bihîst,
Bila sêre wê saxbe ,
Ji yezdanê Dilovan dixwazim ku gorbuhiş Ararat bi buhişta xwe ya berîn şad bike.

Birayê we
Rodî Yezidî
13-08-2007

Maastricht

Amadekirina: Lewend Hisên

Di destpêkê de, mamoste Konê Reş, Helbestvan Arjen Arî bi mêvanan da naskirinê, û weha axivî:
Arjen Arî helbestvanê Kurd, bi xêr û xweşî hatî bajarê Qamişlo, sînga Qamişlo ji helbestvanê Diyarbekrê re, helbastvanê Ameda şewitî re vekiriye, sînga rewşenbîrên kurd jêre vekiriye.

Em kêfxweşdibin ku îro em helbestvanekî ji Amedê ji Diyarbekrê di nav…

Narîn Umer

Rahêşte..
Deftera
bîranînên wê
çavan du
xunav
lorandin
gava xwend
Hevalo..
ez ketim xefka
sîbera te de

derveyî
sînûran
dûrî sêncên
Zar û Zimana de
ne bin sihka
Niştîmaniyê de
lêêêê..
pêlên Evîniyek
dilsoz
zan di dilê min de
dema te ji min pirsî
bi Zarê tirsê:
Canê ma tu Kurdî?!
Ji wê Rojê ve
min Gerdûn
gevast di nava
supasiyên zelal de
çimku ez
Di Malzarokek
kurdî de
Afirandim
sipartî
Himbêzek kurdî
kirim
Landikek kurdî
Bi lorî lorî
hejandim
Baweşînek resen
bi bayê
Zaroktiyê re…

Di nava rêze zincîra weşanên Dezgeha SEMA ya çandî û hunerî û di pîlana çapên Sala 2007an de . Du pirtûkên nû çap bûn . ya yekem DîWANA (pêşketin) ya Helbestvan yusiv berazî (bêbuhar) di rêza dehan ji weşan Sema de û Dîwana Helbestvan Ebdulqadir Mûsa ya bi nave çengên tee z bi fire…. Xistim…

Mihemedê Seyid Husên

Ku rexnenivserê terxemî bi dilbarî rewş û pergala rewşenbîriya kurdî raçav bike, û ji hemî hêlekaran ve bi pêwîsderî lê vekole, hinga dê naçar bibe ku berî her tiştî dîroka çanda kurdî qûnax li dûv qûnaxê vexwêne û bi nirxîne

di baweriya min de şaşiya mezin ewe ku mirov xwe bi navdarên…

Salih Cefer

Kêşeya serokatîyê di nav gelek partîyên kurdî li sûrîyê bûye kêşeyeke gelekî mezin, ev jî ne tiştekî nûye, ji roja rojde û andamên komîteyên bilind yên partîyan li ser serokatîya partîyê li hev nakin, ne serokatîya partîyê ji serok razîne û ne jî serok ji wan razîye û dev jî ji serokatîyê bernade.

Endamên…

Siyamed Sîpan Uğurlu

Tu nizane
Bê ev çend şevreşa
Li benda te mam

Di şevên reş û tarî
Ba û baran de
Ez li bendê bûm
Ku tu were li deriyê min bixe
Ey Azadî

Te girtin ji destê min
Ey Azadî
Bi zorê te girtin
Ji himêza min
Bi zore te derxist
Ji xewnên zaroktiya min
Di dergûşa te de
Hînê dengê lorandinên min tê
Û bêhna kenê te
Hîn jî…

Filmê kurdî Half Moon (“Nîvê Heyvê”) yê derhênerê kurd ê binavûdeng Bahman Ghobadi dikeve sînemayên Elmanyayê. Filmê ku gelek xelatên navneteweyî stendine, dê ji roja 09.08.2007ê û pê ve li gelek sînemayan bête nîşandan. Şirketa Pandora Film a elmanî mafê vê filmê kurdî ji bo nîşandina di sînemayên elmanî de kiriye. Film dê bi zimanê…