August 8, 2007

Siyamed Sîpan Uğurlu

Tu nizane
Bê ev çend şevreşa
Li benda te mam

Di şevên reş û tarî
Ba û baran de
Ez li bendê bûm
Ku tu were li deriyê min bixe
Ey Azadî

Te girtin ji destê min
Ey Azadî
Bi zorê te girtin
Ji himêza min
Bi zore te derxist
Ji xewnên zaroktiya min
Di dergûşa te de
Hînê dengê lorandinên min tê
Û bêhna kenê te
Hîn jî…

Filmê kurdî Half Moon (“Nîvê Heyvê”) yê derhênerê kurd ê binavûdeng Bahman Ghobadi dikeve sînemayên Elmanyayê. Filmê ku gelek xelatên navneteweyî stendine, dê ji roja 09.08.2007ê û pê ve li gelek sînemayan bête nîşandan. Şirketa Pandora Film a elmanî mafê vê filmê kurdî ji bo nîşandina di sînemayên elmanî de kiriye. Film dê bi zimanê…