BEHÎNAME

Filmê kurdî «Nîvê Heyvê» di sînemayên Elmanyayê de

Filmê kurdî Half Moon (“Nîvê Heyvê”) yê derhênerê kurd ê binavûdeng Bahman Ghobadi dikeve sînemayên Elmanyayê. Filmê ku gelek xelatên navneteweyî stendine, dê ji roja 09.08.2007ê û pê ve li gelek sînemayan bête nîşandan. Şirketa Pandora Film a elmanî mafê vê filmê kurdî ji bo nîşandina di sînemayên elmanî de kiriye. Film dê bi zimanê kurdî û jêrenivîsên elmanî bête pêşkêşkirin.
Filmê Half Moon (“Nîvê Heyvê”) behsa çîroka hunermendê kurd Memo dike. Memo dengbêjek yixtiyar û navdar e. Piştî 35 salan ji libendemayinê, Memo erêkirin stend ku li Kurdistana Iraqê konsêrtekê pêk bîne. Kurê Memo naxwaze ku bavê wî bide ser rê, çimkî ew bawer dike ku tiştekî ne baş dê li hêviya wî be, berî ku heyv temam bibe.

Keko hevalê Memo ye. Ew otobuseke dibistanan dajo û alîkariya hevalê xwe dike ku 10 kurên Memo yên muzîkvan bide hev, ku her yek li devereke Kurdistana Îranê dijî.

Ji aliyekî dî ve, divê Memo hunermenda jin Heşo qanii bike ku pê re here konsêrtê. Heşo ligel 1334 jinên hunermend ên jin ên dî yên revyayî li devereke çiyayî dijî. Ji ber ku li Îranê qedexe ye ku jin li pêşiya mêran bistirê, Heşo xwe di otobusê de vedişêre.

Rêwitiya Memo û grûpa wî ya hunermend tije zehmetî ne. Lê bêhna Memo ya fireh herkesî dibe nav hest û sihirbaziyê.

Filmê Half Moon (“Nîvê Heyvê”) dê di van sînemayên elmanî de bête nîşandan:

Berlîn:
– Filkmkunst 66
– Eiszeit: seet 19:15
Potsdam:
– Thalia: seet 19:30
Hamburg:
– 3001: seet 21:00
– Koralle: seet 17:15, We 15:00
Düsseldorf Black Box:
– pêncşem û în: seet 21:30; şemî, yekşem û sêşem: seet 19:00
Bochum:
– Metropolis (di bahnhofê de): pêncşem, în û şemî: seet 18.30, yekşemê ta çarşemê: seet 20.15
Aachen
– Apollo: seet 19:30
Frankfurt
– Harmonie: seet 17:00 û 19:00
Freiburg
– Friedrichsbau: seet 17.00 û 21:20
Karlsruhe
– Schauburg: seet 19:00
Marburg
– Kammer
Stuttgart
– Delphi: seet 16:20 û 20:15
München
– Arena: seet 19:00
Nürnberg
– Cinecitta: seet 17:45 û 20:15

Beşek ji filmê “Nîvê Heyvê” û herweha agahiyên berfireh dikarin li vê derê bêne peydakirin:
www.half-moon-film.de

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…